Di bin konê sersaxiyê de: Ev êriş ne tenê li ser malbatekê ye, li ser hemû gelê Kurd e

Axaftivanan di bin konê sersaxiyê yê hersê şehîdên komkujiyan Hilêliyê de axivîne, komkujiya dewleta Tirk a dagirker duh pêk aniye şermezar kir û diyar kirin ku di kesayeta malbata Gulo de hemû gelê herêmê tê hedefgirtin.

Di bin konê sersaxiyê de: Ev êriş ne tenê li ser malbatekê ye, li ser hemû gelê Kurd e
10 mijdar, 2021   12:31
QAMIŞLO

Duh (sêşemê) dewleta Tirk a dagirker li dijî yek ji malbatên welatparêz ên li Rojavayê Kurdistanê (malbata Gulo) bi balafirkeke bêmirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo komkujiyek pêk anî. Di encamê de Yûsif Gulo û herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Yûsif Gulo ya li taxa Hilêliyê ya li Qamişlo hatiye vedan û bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê serdana kon dikin û sersaxiyê didin malbatê.

Di bin konê sersaxiyê de, birayê Şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li ber xwe dide û wê tu kes nikaribe vê hevgirtinê lawaz bike û wiha dom kir: “Yên ku dijminatiya van pêkhateyan dike û komkujiyan li dijî wan dike Erdogan û bav û kalên wî ne. Lê belê wê nikaribe gelê Kurd qir bike.”

Îbrahîm Gulo destnîşan kir ku dema kalepîrek soza dewamkirina tekoşînê dide, tê wateya ku keç û xortên vî gelê dê tekoşînê dewam bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li eniyên şer in, bi hezaran leşkerên me parastina vê xakê dikin, her Kurdek di mala xwe de leşkerê azadiyê ye. Rûniştin ji bo me şermeke mezin e, divê em ji bo doza xwe têbikoşin.”

Îbrahîm Gulo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê her û her gelê Kurd li ser piyan bimîne û soza şopandina xeta şehîdan da.

Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û da zanîn ku malbata Gulo ji wan malbatan e ku hemû derfetên xwe xistiye xizmeta doza gelê Kurd û wiha pê de çû: “Beriya mehekê me serdana apê Yûsif Gulo kir, di serdanê de ji me re got `tevî êrişên tirko em ê heta dawiyê berxwedaniyê bikin`. Moralê apê Yûsif pir pir bilind bû. Şehîd Yûsif Gulo di nava gelê Kurd de roleke neteweyî ya mezin lîst.”

Kenan Berekat da xuyakirin ku çiqasî dewleta Tirk a faşîst êrişî wan bike jî, dê dev ji berxwedan û têkoşînê neqerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk hebûna Kurdan nas nake û qebûl nake ku sîstemeke rêveberiya xweser bê avakirin. Ev êrişa ku duh pêk hat ne tenê li dijî malbatekê ye, di kesayeta hersê şehîdan de gelê me hemû hedef e.”

Bi hezaran pêkhateyên herêmê hîna jî diherikin konê sersaxiyê. Dê sibe di seatên sibehê de hersê şehîd li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasimeke girseyî werin oxirkirin.

 (sb/cx)

ANHA