Rojnameyên erebî: Rûsya û Amerîkayê tevgerên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Amerîka û Rûsyayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgerên dewleta Tirk li Afrîkayê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya û Amerîkayê tevgerên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin
10 mijdar, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AMERÎKA Û RÛSYA TEVGERÊN XWE LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERFIREH DIKIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Washington û Moskovê tevgerên xwe yên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh kirin. Ji gundewarên başûrê Hesekê hêzeke artêşa Amerîkayê û karwanekî leşkerî gihaşt bajarokê Til Temirê da ku baregeheke xwe ya nû ava bike. Di heman demê de helîkopterên Rûsyayê perwerdeyên leşkerî li balafirgeha Qamişloyê pêk anîn. Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihand ku li eniyên şer ên Til Temir a Hesekê û Eyn Îsa ya Reqayê û rêya M4, sewqiyatên provokatîv yên komên sûrî yên destekê ji Tirkiyê digirin, pêk hatine û piştrast kir ku ew pabendî lihevkirinên kêmkirina rageşiyê ne.”

Rojnameyê her wiha ev agahî parve kirin: “Li bajarokê Til Temirê hêzeke artêşa Amerîkayê û karwanekî leşkerî û erebeyên Hummer gihaştin navenda bajarok û berê xwe dan dibistana Miseb Bin Nimêr û dibistana pîşesaziyê, her wiha leşker bi şêniyên herêmê re jî axivîn û zêdetirî saetekê li çerxerêya sûkê man. Çavkaniyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê  got hêzên Amerîkayê dewriyeyên xwe li Til Temirê zêde kirine, di heman demê de gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî nuqteyên hêzên QSD’ê pêk hatin, Amerîka niyet dike baregeheke sêyemîn li herêmê ava bike.

Hêzên Amerîkayê li gundewarên bajarê Dêrikê yê li bakurê rojhilatê Hesekê û nêzî dergeha Sêmalka yê bi herêma Kurdistanê re, dewriyeyeke leşkerî meşand. Dewriye ji 4 panzêran pêk hat û ji balafirgeha Rûbariya ku Amerîka ji xwe wek baregeheke leşkerî bi kar tîne, dest pê kir, her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê jî li asîmanê herêmê digeriyan.

Li balafirgeha Qamişloyê jî tetbîqat û tevgereke zêde ya helîkopterên Rûsyayê çêbû, her wiha perwerdeyên leşkerî pêk anîn, bi wê yekê di nava niştecihên nêzî herêmê de rewşeke tirsnak çêbû.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê jî got li eniyên şer û xetên rasthatinê tevgerên leşkerî yên 'provokatîf' pêk hatin. QSD`ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî bi bîr xist ku komên sûrî yên alîgirên dewleta Tirk tevî hêzên Tirkiyê hêza xwe zêde kirin û nuqteyên xwe yên li eniyên şer ên gundewarên başûrê bajarê Serêkaniyê û gundewarên başûr û rojavayê Girê Spî xurt kirin û beşek vekişiya bajarê Minbicê yê li rojhilatê Helebê.”

‘KOMA ÎXWANAN DERBÊ LI TÊKILIYÊN ENQERE-QAHÎREYÊ DIXE’

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk li Afrîkayê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dîmeneke ku fermandarekî Îxwanî yê nû reviyaye Tirkiyê belav kiriye, nakokiyên di hundirê rêxistinê de eşkere nekir, lê belê têkildarî planên alternatîf ên Tirkiyê li Afrîkayê ji bo temamkirina projeya îslama siyasî û dorpêçkirina Misirê û hin welatên din ên Ereban, gelek tişt eşkere kirin.

Feramandarê reviyayî Mihemed El-Eqîd ku li Misirê biryara darvekirinê lê hatiye birîn, eşkere kir ku fermandarê îxwanî yê bi navê Ebdulrehman Şewaf ku şêwirmendê serokê Misirê yê berê Mihemed Mursî bû, îstismarên aborî di navbera Enqere û Îxwanan de bi rê ve dibir. Her wiha eşkere kir ku fermandarê Îxwanan ê bi navê Mihemed El-Helûcî çalakiyên Îxwanan li Afrîkayê bi rê ve dibe.

Aliyê ku li pişt belavkirina vê dîmenê disekine, armanc dike ku rêgeha vegerandina têkiliyên Misirê-Tirkiyê asteng bike.”

‘XALEKE DESTÛRÊ XEWNA EL-DEBÎBE YA SEROKATIYA LÎBYAYÊ BI DAWÎ KIR’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rojeva Lîbyayê wiha nivîsî: “Xala 12`an a qanûna hilbijartina serok ku parlamentoya Lîbyayê derxistiye, hêviyên serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe bi dawî kir û rê li pêşiya beşdarbûna wî di hilbijartinên 24`ê Kanûnê de girt.

Cîgirê yekemîn ê serokê Meclisa Parlamentoyê Fewzî El-Niwêrî xîtabî serokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Îmad El-Sayih kir û li gorî nota ku 56 parlamenteran îmze kiriye, piştrast kir ku divê derfet ji her kesî re bê dayîn da ku beşdarî hilbijartinan bibin, bêyî şertê ku beriya 3 mehan dev ji peywira xwe berdabe.”

(cx)