Ji bo şermezarkirina komkujiya Hilêliyê amadekariya meşeke girseyî tê kirin

Şêniyên kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina komkujiya ku duh dewleta Tirk li Qamişloyê pêk anî, amadekariyên meşeke girseyî dikin. Xwepêşandan dê saet di 10:30`an de li dar bikeve û dê ji Qada Şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê dest pê bike.

Ji bo şermezarkirina komkujiya Hilêliyê amadekariya meşeke girseyî tê kirin
10 mijdar, 2021   08:17
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh komkujî li dijî malbateke welatparêz a Rojava pêk anî. Komkujî bi rêya balafireke bêmirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê pêk hat. Di encama wê de Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Ji bo şermezarkirina komkujiyê, şêniyên kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên xwe û bi dirûşmeya "Heta dawiyê em ê xwedî li şerê gel ê şoreşger derkevin" amadekariyan dikin ku xwepêşandaneke girseyî li dar bixin. Xwepêşandan dê saet di 10:30`an de li Qada Şehîd Xebat a li taxa Hilêliyê dest pê bike.

Komîteya amadekar bang li şêniyên kantona Qamişloyê kir ku tev li xwepêşandanê bibin û komkujiya dewleta Tirk şermezar bikin. Her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên li dijî îradeya wan hevgirtî bin.

(bx)

ANHA