Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê hate taloqkirin

Komîteya amadekar a Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ji ber komkujiya duh a ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve li Qamişloyê pêk hat, mîhrîcan taloq kir.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê hate taloqkirin
10 mijdar, 2021   07:51
QAMIŞLO

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya Pêncemîn diviyabû îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê bikira.

Ji ber komkujiya duh ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêk hat û di encamê de 3 welatî ji malbata Gulo şehîd bûn, komîteya amadekar a mîhrîcanê ji bo rêzgirtina li hemberî şehîdan, biryar da ku mîhrîcanê heya demeke nediyar taloq bike.

(dx)

ANHA