​​​​​​​Mihemed Zekî: Tecrîda li ser rêberê kurdan nayê qebûlkirin

Serfermandarê Misirê yê teqawît Dr. Mihemed Zekî El-Elfî diyar kir ku Amerîka muhasebekirina Tirkiyê li ser sûcên wê yên li dijî kurdan asteng dike û got, tecrîda li ser rêveberekî Kurd bi tu awayan nayê qebulkirin.

​​​​​​​Mihemed Zekî: Tecrîda li ser rêberê kurdan nayê qebûlkirin
10 mijdar, 2021   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Serfermandarê teqawît û şêwirmendê Akademiya Leşkerî ya Bilind a  Misirê ya Nasir, Dr. Mihemed Zekî El-Elfî di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê de destnîşan kir ku divê doza bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî kurdan bikeve rojevê. Her wiha diyar kir ku tecrîda li ser "Rêvebertiya Kurd" nayê qebûlkirin, ji ber ku nûnertiya tevgereke şoreşger a gel dike.

Hevpeyvîn wiha ye:

Encamên bikaranîna çekên kîmyayî di şeran de li gorî  qanûn û peymanên navneteweyî çi ne?

Çekên kîmyewî madeyên kîmyewî yên jehrî ne. Ev made bi taybetmendiyên xwe yên jehrî ku di cebilxane, mûşek, çek û alavên din de têne bi karanîn, dibin sedema zerar, mirin û astengdariya demkî ji bo mirov û sewlan.  Ji ber vê yekê çekên kîmyewî jê re tê gotin û di xana çekên wêrankirinê de cih digirin.

Di aliyê dîrokî de jî, çekên kîmyewî ji sala 1925'an ve tên naskirin û ji aliyê 193 welatan ve hatine qedexekirin. Van welatan Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî îmze kir û ji sedî 98 nifûsa cîhanê pêk tînin. Ev peyman yek ji girîngtirîn peymanên hiqûqa navneteweyî ye ku qedexekirina bikaranîn, hilberandin û embarkirina çekên kîmyewî destnîşan dike. Peyman di 29'ê Nîsana 1997'an de ket meryetê. Li gorî madeya 8'an a peymanê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî desteya bicihkirina peymanê ye. Di madeyên 10 û 12'an de tê gotin, heger dewleteke rastî êriş an gefên bikaranîna çekên kîmyewî were divê parastin û destekdayîna wê were kirin û di vê çarçoveyê de tedbîrên garantiyê werin girtin û dewletên ku van çekan bi kar tînine û sozên peymanê bi cih naynên tên cezakirin.

Dewleta Tirk bi dehên caran çekên kîmyewî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi kar anîn,  her wiha fosfora spî li bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê bi kar anî, lê civaka navneteweyî tu helwestan eşkere nake, di nêrîna we de sedama vê bêdengiyê çi ye?

Li gorî pênaseya Amerîkayê, herêma Rojhilata Navîn ji aliyê rojhilat ve Îran û ji aliyê rojava ve Mexribê û heya Îsraîlê ye, lê Tirkiyê ne di nav de ye. Ji ber ku Tirkiyê endameke NATO'yê û dûrxistina Tirkiyê ji cezayan girêdayî berjewendiyên Tirkiyê-Amerîka li herêmê, nemaze li dijî NATO'yê ye. Ji ber vê yekê Amerîka destwerdanê li biryarên ku dibe cezayan li Tirkiyê bibire, dike.

Dewleta Tirk 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di roja 3`yemîn a êrişan de fosfora spî bi kar anî û nîşaneyên wê li ser birîndaran hebû ji wan zarokê bi navê Mihemed Hemîd. Gelek rêxistinên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî kir ku lêkolîn bike, lê rêxistinê wiha bersiv da"Fosfora spî ne madeyek kîmyewî ye". Li gorî peymana Cinêvê ya sala 1980'î, bikaranîna fosfora spî li dijî sivîlan yan jî li dijî dijminan li herêmê ku sivîl lê hene sûcekî şer e. Di nêrîna we de çima Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ev yek kir hincet?

Bikaranîna fosfora spî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî sivîlan nexasim ciwan, temen mezin û zarokan, sûcekî şer e  û derqanûnî ye, tevî vê yekê jî rêxistina navneteweyî got fosfora spî ne madeyeke kîmyewî ye.

Fosfora spî çekeke ji fosfora spî û oksîjenê pêk tê. Ew madeyeke zelal û spî ye. Bêhna wê weke ya sîrê ye. Dikeva nava axê û zerarê dide. Her wiha dikeve binê çem û jêderên avê û zerar dide masî û mirovên wan dixwin. Fosfora spî şewatê di laş de çêdike û dighêje hestî.  

Derbarê bikarnîna fosforê de ku qanûnî ye yan jî derqanûnî ye nîqaş hene. A girîng bikaranîna wê li dijî sivîlan derqanûnî ye û di aliyê navneteweyî de qedexekirî ye. Gelek alî û rêxistinên mirovî li cîhanê bikaranîna wê qedexe dikin.

Çawa dê mijara doza bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Sûriyê û gelê Iraqê di qadên navneteweyî de were rojevkirin û niha çi ji dewletên ereban nexasim Komkara Ereban tê xwestin ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin?

Mirov dikare bi rêya hewldanên dewletên Ewropayê doza bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî de bixe rojevê, da ku doza gelê kurdistanê fam bikin û bixin nava lîsteya xebatên parlementoyên xwe.

Divê tawana terorê ya li dijî kurdan were redkirin. Tecrîda girnakirî ya li ser fermandariya Kurd bi tu awayan nayê qebûlkirin, ji ber ku nûnertiya tevgera şoreşa gel dike.

Her wiha divê li hemberî binpêkirinên dermirovî yên li dijî Kurdan bêdengê tunebe, nexasim li dewletên Ewropayê.

Divê şantajên Tirkiyê yên têkildarî penaberan û derxistina wan ber bi Ewropayê ve werin rawestandin. Dîsa jî xebat û hewldan li gel Neteweyên Yekbûyî werin kirin da ku Rêveberiya Xweser û rewşa li ser erdê nas bikin.

Her wiha divê xebat û hewldan werin kirina da ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û têkilî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsya re werin pêşxistin ku li gorî berjewendiyên gelê Kurd be.

Ji bo ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û xeteriya Tirkiyê were dûrxistin divê kongreyeke aştiyê li Ewropayê were lidarxistin.

Tişta ku ji dewletên ereban û Komkara Ereban tê xwestin ew e ku destekê bidin hemû xalên ku me li jor bi bîr xistine, bi taybet heger kongreyeke aştiyê ji bo doza kurdî li Ewropayê were lidarxistin.

(dx-bx)

ANHA