Balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser Dirbêsiyê, Şehba û Efrînê digerin

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Dirbêsiyê, Şehba û Efrînê digerin.

Balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser Dirbêsiyê, Şehba û Efrînê digerin
9 mijdar, 2021   19:06
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, di van kêliyan de balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li asîmanê Dirbêsiyê, Şehba û Efrînê digerin.

Berêvara îro, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li taxa Hîlêliyê ya Qamişlo bombebaran kir, di encamê de komkujiyek pêk anî û 3 sivîl ji heman malbatê şehîd bûn.

(fr)

ANHA