Netewî Xemgîn: Tirkiyê ji ber zihniyeta xwe ya neteweperest ber bi xetereyê ve diçe

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn got, Tirkiyê bi girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan îsbat dike ku hêza wê ya ji bo çareseriyê têrê nakê û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya neteweperest ber bi pêvajoyeke xeter ve diçe.

Netewî Xemgîn: Tirkiyê ji ber zihniyeta xwe ya neteweperest ber bi xetereyê ve diçe
10 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN- SOZDAR WEQAS

Têkildarî tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û pêngava "Dem dema azadiyê ye", endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn ji ANHA'yê re axivî.

Netewî Xemgîn di destêka axaftina xwe de behsa rewşa hundirîn a li Tirkiyê kir û diyar kir ku di dema dawî de dewleta Tirk di aloziyên siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî de gelekî tengav bûye û ji ber zihniyeta xwe ya neteweperest ber bi qonaxeke xeternak ve diçe.

Netewî Xemgîn got: "Dewleta Tirk tu proje û plan ji bo birêxistinkirin û çareserkirina krîzên bi girêk pêşkêş nekirine, lê belê êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser hin welatên Rojhilata Navîn bi taybet li ser Kurdan zêde kirine. Her wiha ji bo qelskirina rola sîstema neteweya demokratîk, qirkirina gelan û nirxên wan, çeteyên xwe bikar tîne."

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Hevdîtina dawî ya rêber Ocalan bi malbat û parêzerên wî re di 7'ê Tebaxa 2019’an de li Girava Îmraliyê bû. Ji komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an û girtina wî di 15'ê Sibata 1999'an de li gorî pîvanên navneteweyî darizandineke  adil ji doza wî re nîne.

Di 12’ê Îlona 2020’an de Desteya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" ragihand. Pêngav di sala xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li seranserî Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

'TECRÎD TÊ WATEYA DOMANDİNA SEDEMÊN ŞER'

Di vê çarçoveyê de, Netewî Xemgîn got: "Dewleta Tirk rê nade ku parêzer û malbat bi rêber Ocalan re hevdîtinê bikin, ji ber ku dizane ku hevdîtin dê çareseriyê ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bîne û gel ber bi rêya rast ve bibe. Dewleta Tirk hêza xwe têrê nakê ku çareseriyê bibîne, ji ber vê yekê tecrîdê giran dike. Em dikarin bêjin ku girankirina tecrîdê tê wateya domandina sedemên şer û Tirkiyê her tiştî dike ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze."

Netewî Xemgîn diyar kir ku haya gel ji hesasiyeta qonaxê heye û di warê siyasî û civakî de gihiştiye qonaxên pêşketî û got: "Her wiha gel xeta demokrasiyê ya ku dewleta Tirk dixwaza yêk bibe, fêm kiriye. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze siyasetên xwe yên serdest pêk bîne û gelan qir bike."

Endama Koordînasya Kongreya Star a Lubnanê bal kişand ser siyaseta dûrxistin û neteweperestiyê ya dewleta Tirk û wiha got: "Tirkiye di dîrokê de ji bo ku nasnameya Kurdan ji holê rake zimanê tirkî li ser zarokên Kurd ferz kir. Lê îro bi hişyarbûna gel û vekirina zanîngeh, akademî û peymangehên bi zimanê kurdî, guhertineke mezin di jiyana kurdan de çêbû."

'PÊNGAVA DEM DEMA AZADİYÊ YE TÊ WATEYAN DEM DEMA NASNAMEYA ME YA SİYASÎ YE'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê derbarê Pêngava "Dem Dema Azadiyê ye'' de wiha got: "Pêngav tê wateya ku dem dema nasnameya siyasî ya Kurdan û bidestxistina mafên erdnîgarî û çandî ye. Di çarçoveya pêngavê de me de gelek çalakî wekî meş, civîn û daxuyaniyên li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên li Lubnanê li dar xistin. Armanca me ji van çalakiyan armancên pêngavê pêş bixin, dewleta Tirk a ku bi girankirina tecrîda li ser rêbertî û sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên navneteweyî bin pê dike, were muhasebekirin, her wiha azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Di nîvê salên heştêyî yên sedsala borî de, rêber Abdullah Ocalan li Lubnanê bi taybet li Akademiya Mahsûm Korkmaz (Akademiya Perwerdeya Leşkerî û Perwerdeya Îdeolojîk) a li Sehil El- Bîqa ma. Li wir gelek jin û bi sedan rewşenbîr û hunermend pê re civiyan.

Netewî Xemgîn diyar kir ku wan çalakiyên xwe li Lubnanê zêde kirine û sedema vê yekê jî wiha diyar kir: "Ji ber ku Lubnan yek ji wan welatên ku di salên heştêyî de rêber Ocalan lê ma û têkoşiya,  akademî  lê vekir û rola wî di Tevgera Lubnanê de hebû, îro jî gelê Lubnanê bi xet û felsefeya rêber Ocalan bawer dikin û hemû kes banga azadiya rêber Ocalan dikin."

Desthilata faşîst bi hinceta ku rêber Ocalan bi rêhevalên xwe re diaxive, cezayê li dijî rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê giran kir. KCK'ê di daxuyaniya xwe de got: " Li girav û zindana şexsekî ku axaftina di dema voltayê de weke sûc tê dîtin, mayina 23 salan nîşan dide ku zexteke çawa tê kirin. Timî hincet tê dîtin û bi vî rengî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin."

KCK'ê fikarên xwe derbarê jiyan û tenduristiya rêber Ocalan de anî ziman, her wiha bang li Komîsyona Ewropa, CPT, rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Girtîgehan a Meclisa Tirk kir ku biçin Îmraliyê û encamên serdanê bi raya giştî re parve bikin û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê têkoşînê mezin bikin û bimeşin.

(dx)

ANHA