ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 10-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 10-11-2021
10 mijdar, 2021   00:00

-Bi armanca şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ku di encamê de ji malbatekê 3 hemwelatî şehîd bûn, şêniyên Qamişloyê meşekê li taxê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx eşîra El-Bû Xemîs Mistefa Hemşo diyar kir ku îdiayên dezgehên çapemeniyê belav kirine ku herêm radestî hikumeta Şamê hatiye kirin, ne rast in û armanca wê belavkirina fitneyê ye. Hemşo bang li gelê herêmê dikir û van îdiyan bandor nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê û Serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî gef û êrişên Tirkiyê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Minbicê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li hemberî fitne û gefên dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin û li kêleka hêzên ku parastinê dikin bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Serfermandarê Misirê yê teqawît Dr. Mihemed Zekî El-Elfî diyar kir ku Amerîka muhasebekirina Tirkiyê li ser sûcên wê yên li dijî kurdan asteng dike û got, tecrîda li ser rêveberekî Kurd bi tu awayan nayê qebulkirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgîn got, Tirkiyê bi girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan îsbat dike ku hêza wê ya ji bo çareseriyê têrê nakê û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya neteweperest ber bi pêvajoyeke xeter ve diçe. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Di vê dawiyê de Îsraîlê tetbîqatên zêde pêk anîn, da ku amadekariya hêzên xwe ji bo şerê li tevahî eniyan bizanibe. Lê çavdêr van tetbîqatên bi nakokiyên bi Îranê û texmînên êrişkirina Îsraîlê li dijî cihên nukleerê yên li Îranê ve girê didin.

ANHA