‘Dewleta Tirk aştiya herêmê dixe xeteriyê û dijmantiya hemû olan dike’

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê û Serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî gef û êrişên Tirkiyê bisekinin.

‘Dewleta Tirk aştiya herêmê dixe xeteriyê û dijmantiya hemû olan dike’
10 mijdar, 2021   00:39
HESEKÊ- ROTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hincetên derew êrişên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û saziyên wê yên siyasî û civakî nerazîbûnan nîşanî van gefan didin û diyar dikin ku çareserî di xurtkirina parastina cewherî û hevgirtina hemû pêkhateyan bi ol, bawerî û neteweyên xwe de  ye.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Muslim Ebas diyar kir ku êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê vedigerin sala 2014’an an ku bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re.

Muslim Ebas  ji ANHA'yê re axivî bal kişand dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê di sala 2018’an de û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de. Her wha gefên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

' TIRKIYE AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DIXE XETEREYÊ '

Parlamentoya Ewropayê di Nîsanê de pêşnûmeyeke li ser binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê pêşkêş kir û daxwaz kir ku Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe. Parlamentoyê hebûna Tirkiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirî bi nav kir û got, dewleta Tirk aştiya Rojhilata Navîn xistiye metirsiyê. Ruxmî vê yekê Tirkiyê êriş û gefên xwe didomîne û ev pêşnûme dûrî rastiyê binav kir.

Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker peymanan binpê dike û bi rêya balafirên keşfê, şerê avê, şerê taybet û çapemeniyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

' TIRKIYÊ HEWL DIDE ARAMIYA HERÊMÊ TÊK BIBE'

Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ku li ser bingehê jiyana hevpar, wekhevî, biratiya gelan, hevgirtin û yekitiya di navbera hemû pêkhateyan de hatiye avakirin.

Ebas destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji gefan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen, şikandina vîna gelên herêmê û sorkirina gel li hemberî Rêveberiya Xweser e.

'TIRKIYE NE DIJMINÊ PARTIYEKÊ YE, DIJMINÊ DOZA KURD E '

Muslim Ebas destnîşan kir ku yekane rêya girtina  li pêşiya gef û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekitiya hemû aliyên siyasî ye çi di bin sîwana Rêveberiya Xweser de an ji derveyî wê be. Her wiha îşaret bi girîngiya parastina cewherî di vê qonaxê de ji bo parastina herêmê û destkeftên şoreşa 19'ê Tîrmehê kir.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Muslim Ebas bang li hemû aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hember dijminên Kurdan helwesta xwe bikin yek û got: "Dewleta Tirk ne dijminê partiyekê ye, lê dijminê doza Kurd e.''

'DEWLETA TİRK MÎNA ŞÛREKÎ Lİ SÛTİYÊ CÎRANÊN XWE YE'

Serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl got, ola îslamê talankirin û dizîn, binpêkirina rûmet û axa, kuştina bi awayekî neheq qedexe kiriye.

Mele Heysem Xelîl derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  degot: "Gefên Tirkiyê ne ya yekemîn e û ne ya dawî ye. Dewleta Tirk di binpêkirina sînorên xwedê de sûcên bi neheqî dike . "

Mele Heysem Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker mîna sûrekî li sûtiyê cîranên xwe, jehr di xwarina wan de ye û ji zarokan re jêdera tirsê ye. Her wiha îşaret pê kir ku ola îslamê banga mafên cîranan dike û li ser mijarê hedîsteke pêxember Mihemed got.

Mele Heysem Xelîl bal kişand ser siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Tirkiye demografiya bajaran diguherîne, pere û zimanê xwe ferz dike, cihên şûnwarî xirab dike. Van hemûyan bi navê rizgarkirina gelê Sûriyê dike."

'DEWLETA TİRK Lİ SER HEMÛ OLAN XETER E'

Mela Heysem da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ola îslamê û ol û baweriyên din metirsiyek mezin e û got: "Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine cihên dîrokî dirûxîne, nasnameya niştecihên resen diçewisîne û ola wan çi îslam be, an xiristiyan be an êzidî be diçewisîne."

Mele Heysem Xelîl got: "Dema ku pêxember Mihemed ket Medînê Minewara ku tê de Cihû, Xiristyan û Misliman hene bang li tevahî olan kir û peymanek danî, bi navê peymana Medînê Minewara ku tê de her komek rêûresm û baweriyên xwe yên olî pêk bîne û bi yek destî li hember her metirsiyeke derve bisekinin."

'Lİ HEMBERÎ ÊRİŞAN HEVGİRTİN PÊWÎST E'

Mele Heysem Xelîl bang li zanyarên olî yên Tirkiye, Sûriye û hemû cîhana Ereb kir ku êriş û gefên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin  û got: "Kuştin û wêrankirin ne çareserî ne, lê danûstandin û diyalog yekane çareserî ye."

Serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl bang li rêxistin û welatên ku banga demokrasî û mafên mirovan dikin kir ku sûcên Tirkiyê li Sûriyê rawestînin. Her bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û bang li partiyên Kurdistanî kir ku dev ji lihevkirina bi dijmin re berdin, nêrînên xwe bikin.

(dx)

ANHA