​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Êrişa hovana ya li Qamişloyê diyar dike ku armanc qirkirina Kurdan e

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişlo li dijî sivîlan pêk aniye got, armanca dewleta Tirk a turanîst qirkirna kurdan e. Nûrî Mehmûd sersaxî ji malbata Gulo re xwest û got: "Ev êrişa bêbexêt wê bê bersiv nemîne."

​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Êrişa hovana ya li Qamişloyê diyar dike ku armanc qirkirina Kurdan e
9 mijdar, 2021   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişlo li dijî sivîlên pêk aniye û di encamê de kesayetê welatparêz û têkoşer Yûsif Gulo û du zarokên wî şehîd bûn, Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê wiha got:

"Careke din li pêş çavên cîhanê dewleta Tirk a dagirker teqez dike ku ew ê gelê Kurd li her derê qir bike û bi rêya alava qetilkirin û xedirê wî tune bike.

Êrişa hovane ya ku îro, 09.11.2021’an li Qamişlo hate kirin, piştrast dike ku derfetan ji gumanan re nahêle ku armanca dewleta Tirk a turanîst qirkirina kurdan û mirovan bê cudahî ye, tenê ji ber ku ew Kurd in.

Di encama vê êrişa hovane de kesayetê civakî Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo ku bi wî re bûn, şehîd bûn.

Di demekê de em terora Tirkiyê şermezar dikin, sersaxiya gel û malbata Gulo dixwazin. Her wiha ji cîhanê re piştrast dikin ku komkujiyên dewleta Tirk bandorê li me nakin û me ji rêça şehîdan û têkoşîna ber bi rizgarî û xelasiya ji nîrê vê terora hovane dûr naxe.

Şehîd Yûsif Gulo, kesayetekî civakî û rûspiyên civaka Kurd bû, bi zanîn û helwestên xwe yên welatparêzî navdar bû. Ji ciwantiya xwe de tev li xebat û têkoşîna aştiyane û demokrasî bû ku xizmetî doza gelê xwe bike. Piştgirî da tevahî şoreş û serhildanên Kurdan. Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest pê kir Yûsif Gulo bi hemû hêza piştgirî da û deriyê mala xwe ji şoreşgerên Kurdistanê re vekir, piştevaniya madî û manewî kir. Nemerdî ji şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê re nekir û bi kezebên piştgirî da. Her wiha zarokên xwe bi tevlêbûna li nava refên şoreşgeran teşwîq dikir û di dirêjahiya şoreşa Kurdistanê de zarok û neviyên wî gihaştin asta şehadetê.

Li Rojava û ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, şehîd Yûsif Gulo tevî hemû malbat, zarok û neviyên xwe piştevaniya vê şoreşê kir, zarok û neviyên xwe teşwîq kir ku tev li refên şoreşê bibin û bi awayekî çalak tev li nava refên hêzên me bûn û gelek tev li karwanên şehîdan bûn û hîna jî bi dehan zarok, nevî, bira û xizmên wî di nava hêzên me de ne.

Şehîd Yusuf Gulo di oxira azadiya gel û welatê xwe de têkoşerekî rasteqîn bû, rola wî di avakirina hezkirin û bingehên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mezin bû.

Em dubare vê êrişa tirsonak şermezar dikin û piştrast dikin ku dê hêzên me ji bo armancên şehîdan wefedar bin û dê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriya Tirk berdewam bikin. Her wiha teqez dikin ku ev êrişa tirsonak bê bersiv derbas nabe."

(fr)