​​​​​​​QSD: Çeteyên Tirkiyê hewl dan  hêzên me şantaj bikin

QSD'ê ragihand ku çeteyên Tirkiyê bi rêya êrişên li ser gundewarê Eyn Îsayê û hewldanên ketina rêya M4 hewl dan di roja sêyemîn de hêzên wan şantaj bikin.

​​​​​​​QSD: Çeteyên Tirkiyê hewl dan  hêzên me şantaj bikin
9 mijdar, 2021   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratkî (QSD) têkildarî geşedanên îro û tevgerên dagirkeran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:" Dagirker û çeteyên wê  hewl dan di roja sêyemîn de hêzên me li gundewarê Eyn Îsayê (Gundê Şirgerakê) şantaj bikin, bi vê yekê hewl dan bikevin rêya M4 û êrişî erebeyên sivîlan bikin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk dema ku hewl dan mayînan li bakurê kampa Eyn Îsayê bi cih bikin, mayînek bi wan ve teqiya.

Li deriyê rojava yê ketina bajarê Reqayê  kesên nenas mayînek bi erebeyeke hêzên me ve teqandin, di encamê de şevanekî me birîndar bû. Li ser vê hêzên dest bi lêpirsînê kir."

ANHA