​​​​​​​Birayê şehîd Yûsif Gulo: Qelenê azadiyê dayîna berdêlan e

Di merasîma Yûsif Gulo û zarokên wî de, birayî wî Ehmed Gulo wiha got: "Qelenê azadiyê dayîna berdêlan e û bi her şehîdekî re em gavekê ber bi azadiyê ve diavêjin ku êdî nêz e."

​​​​​​​Birayê şehîd Yûsif Gulo: Qelenê azadiyê dayîna berdêlan e
9 mijdar, 2021   19:13
QAMIŞLO

Li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê merasîma kesayetê welatparêz Yûsif Gulo û zarokên wî Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo ku di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, hat lidarxistin.

Di merasîma ku bi hezaran şêniyên Qamişlo beşdar bûne de, birayê Yûsif Gulo, Ehmed Gulo wiha got: "Divê em bizanin ku azadî bi gotinan nayê. Qelenê azadiyê dayîna berdêlan e. Bi her şehîdekî re em gavekê ber bi azadiyê ve diavêjin. Kurd îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê û naskirina navneteweyî dibin. Ji lew re divê gelê Kurd hevgirtî be û yekitiya xwe xurt bike. Em girêdayî doza xwe bin û mafên xwe bi dest bixin. Guh nedin gotinên dijmin û bawerî bi derewên wan neynin. Ji ber heke me îro guh da derewên wan em bikevin heman şaştiyên ku mezinên me beriya sedsalî kirine, dema wan piştgiriya hev nekir doz, maf, azad û xaka xwe winda kirin. Lê heke em îro hevgirtî bin em ê bi hev re azadiya xwe pêk bînin."

Ehmed Gulo di dawiyê de pêşwaziya hemû şêniyan kir û wiha got: "Şehîdên me, şehîdên her Kurdekî/ê û hûn xwedî şehîd in."

(fr)

ANHA