​​​​​​​Şêx eşîra El-Bû Xemîs: Hikumeta Şamê îdiayên nerast belav dike

Şêx eşîra El-Bû Xemîs Mistefa Hemşo diyar kir ku îdiayên dezgehên çapemeniyê belav kirine ku herêm radestî hikumeta Şamê hatiye kirin, ne rast in û bang li gelê herêmê kir ku bi van îdiyan bandor nebin.

​​​​​​​Şêx eşîra El-Bû Xemîs: Hikumeta Şamê îdiayên nerast belav dike
10 mijdar, 2021   05:19
REQA-XALID EL-CUMA

Di çend rojên dawîn de hin dîmen hatin belavkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta Şamê re lihev kiriye û dê herêmê radestî wê bike. Lê ev îdia ne rast in û kesên girêdayî hikumeta Şamê belav kirine da ku fitneyê li herêmê belav bikin.

Di vî warî de şêx eşîra El-Bû Xemîs a li Reqayê Mistefa Hemşo piştrast kir ku rûspiyên Reqayê bi giştî bi pêrojeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û wê wek rêya xilasiyê dibînin.

Şêx Mistefa Hemşo wiha domand: “Di vê dawiyê de dîmen û wêne hatin belavkirin ku ala Sûriyê li ser gelek navendên li Reqayê hatiye daliqandin. Lê ev ne rast e. Armanca wê propagendayan ew e ku tevlihevî û fitne li herêmê belav bibe.”

Hemşo got, rola ragihandinê di belavkirina mîna van îdiayan de mezin e û wiha domand: “Divê şêniyên me yên li Reqa, Tebqa û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ji van îdiayan bawer nekin ku ji bo têkbirina ewlehiyê têne çêkirin.”

Mistefa Hemşo got: “Hemû gelê herêmê vegera hikumeta Şamê li herêmê û her aliyekî din red dikin. Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye û em niha berhemên projeyê digirin.”

Mistefa Hemşo da zanîn ku aliyên van îdiayan belav dikin dixwazin fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxin û ewlehiya wê têk bibin.

Mistefa Hemşo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku baldar bin û bînin bîra xwe herêmê berê çawa bû û niha di bin siya Rêveberiya Xweser de çawa ye.

Mistefa Hemşo di dawiyê de got: “Rêveberiya Xweser ji dema damezirandinê ve bang li diyalogan bi hikumeta Şamê re re dike, lê divê li gorî şertên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”

 (şx)

ANHA