Şêniyên Minbicê şehîd Husam Salih Cuma oxir kir

Şêniyên Minbicê îro cenazeyê şehîd Husam Salih Cuma li Goristana Şehîdan a Minbicê oxir kir. Her wiha nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin eşkerekirin.

Şêniyên Minbicê şehîd Husam Salih Cuma oxir kir
9 mijdar, 2021   13:54
MINBIC

Bi sedan şêniyên şêniyên Minbicê û gundewarên wê tev li merasîma oxirkirina şehîd Husam Salih Cuma yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Her wiha di merasîmê de nasnameyên 3 şehîdên din jî hatin eşkerekirin.

Li goristanê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî û got: “Dijmin tima dikin ku axa me dagir bikin, vîna me bişikînin, lê me teror tune kir û hîna li hemberî hemû rêbazên dagirkeriyê li ber xwe didin.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir axivî û got: “Şehîdan bi bedenên xwe destanên lehengiyê nivîsandin û ji cîhanê re isbat kir ku em aşiqê azadiyê ne.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Cuma Heyder jî soza berdewamkirina xeta şehîdan heta avakirina civaka azad da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Ebid wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(şx)

ANHA