​​​​​​​Li Holê 2 malbat bi hev ketin: 4 kuştî

Li bajarokê Holê ji ber rûdana şerekî di navbera 2 malbatan de 4 kes hatin kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Holê 2 malbat bi hev ketin: 4 kuştî
9 mijdar, 2021   13:30
HESEKÊ

Li gundê El-Henî yê bajarokê Holê yê Hesekê 2 kurap bi hev ketin. Hate zanîn ku şerê her du kurapan ji ber nakokiyeke di navbera zarokan de rû daye.

Nûçegihanê me ragihand ku di encama gulebarandinê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye ku yek jê jin e û 4 kes jî birîndar bûne.

Rewşa birîndaran giran e ku niha li nexweşxaneya Hesekê têne dermankirin.

(şx)

ANHA