Kurd û Ereb li ser sûcên Tirkiyê banga hesabxwestinê kirin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, bêdengî cesaretê dide Erdogan ku hîn zêdetir sûcan pêk bîne.

Kurd û Ereb li ser sûcên Tirkiyê banga hesabxwestinê kirin
9 mijdar, 2021   06:25
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku 14`ê Sibata derbasbûyî li Garê bi bin ket, ji 23'yê Nîsanê ve êrişên dagirkirinê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê pêk tîne û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van êrişan de hevkarên dewleta Tirk in.

Li hemberî van êrişan bertekên gelê Kurd zêde dibin. Kurdistanî bi hemû pêkhateyên wê sedema berdewama êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dispêrin bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî.

Rûspyê eşîra El-Tifêhîn li Hesekê Mihemed Mele têkildarî êrişan ji ANHA`yê re got: "Axaftinên AKP`ê ku dibêjin PKK'ê êriş dike derew in. Gelo PKK`ê li Mûsil, Lîbya û Ermenistanê û welatin din heye?"

Mihemed Mele ev li axaftina xwe zêde kir: "Ev tevde bahane ne ku dewleta Tirk diafirîne da destwerdana dewletên din bike û hegemoniya Osmanî zindî bike. Di rastiyê de dewleta Tirk bêyî cudahî hemû gelan hedef digire, bûyerên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê qewimîn mînaka vê yekê ye."

Mamosteya zimanê kurdî ya li bajarê Hesekê Nesrîn Mejdel got, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya demokratîk e, her wiha li tevahiya Kurdistanê vîna gelê azad bişikîne û destkeftiyên ku kurdistaniyan bi hemû pêkhateyên xwe ve bi dest xistine, têk bibe.

Nesrîn Mejdel diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama komployeke navneteweyî ye û wiha dewam kir: "Armanc ji vê komployê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku ji beriya 40 salan ve ji bo rizgarkirina gelê bindest ji zilmê li ber xwe dide û tê dikoşe, têk bibe."

Nesrîn Mejdel da zanîn ku berxwedana gelê kurdistanî û gerîla ya li dijî dagirkerî û hêzên PDK`ê ya ku hevkariya êrişan dike dewleta Tirk bêçare kiriye, ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Li  gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG`ê, dewleta Tirk a dagirker di 6 mehan de zêdetirî 300 carî çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê yê li Başûrê Kurdistanê, bi kar anîye.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parsatina Gel Murat Karayilan her çiqasî piştrast kir ku isbat hene dewleta Tirk li dijî wan çekên kîmyewî bi kar tîne, lê civata navneteweyî bê deng e.

Nesrîn Mejdel destnîşan kir ku ev bêdengiya navneteweyî tê wateya komploya li dijî projeya demokratîk ku li Rojhilata Navîn bûye modelek, her wiha nîşaneya berjewendiyên hevbeş ên di navbera dewletên herêmî û navneteweyî de ye. Nesrîn Mejdel îşaret pê kir ku projeya wan banga jiyaneke hevbeş, misogeriya azadî, demokratîk, wekhevî û adaletê dike.

Di dawiyê de mamoste Nesrîn Mejdel bang li civata navneteweyî kir ku komîteyeke lêpirsînê ava bike da sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Başûr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û li dijî HPG`ê çekên kîmyewî bi kar tîne, eşkere bikin.

Têkildarî aloziyên dewleta Tirk a dagirker derdixe, rûspiyê eşîra Sade El-Tifêhîn a Hesekê Mihemed Mele bang li aliyên navneteweyî kir "Sînorekî ji AKP`ê re deyne, ji ber ku hebûna vê partiyê dê alozî kûrtir bibin. AKP`ê piştgiriya komên çeteyên DAIŞ`ê û hevalbendên wê dike û bi vê siyaseta ku dide meşandin dê aloziyan derxe, ji lew re divê civata navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng nemîne, ji ber Erdogan birayê Ebû Bekir El-Bexdadî ye."

Hevserokê Meclisa Navçeya Bakurê Bajarê Hesekê Remedan Fetah bang li civata navneteweyî kir ku li gorî qanûnên navneteweyî hesabê bikaranîna çekên kîmyewî ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

Fetah diyar kir ku bêdengiya civata navneteweyî dê rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker veke ku her tim çekên qedexekirî bi kar bîne.

(eh)

ANHA