Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike

Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê ya li Şehbayê dest bi pêşwazîkirina beşa yekemîn a xwendekaran kir. Xwendekarên ku ji peymangehê derbiçin wê li nexweşxane û navendên tenduristiyê bixebitin.

Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê pêşwaziya xwendekaran dike
9 mijdar, 2021   00:38
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê 2016`an li kantona Efrînê hate vekirin. Peymangeh heta du salan pêşwaziya xwendekar dikir û zêdetirî 50 xwendekarî navên xwe tomar kirin. Peymangeha Tenduristiyê ya Herêma Efrînê di nav Peymangeha Şehîd Viyan Amara de hate vekirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di sala 2018`an de dagir kir, peymangeh hate girtin, ji lew re xwendekar neçar man xwendina xwe li Akademiya Tenduristiyê (Fakulteya Tib) a Herêma Cizîrê berdewam bikin.

Bi berdewama berxwedana koçberên Efrînê li kantona Şehbayê re, di hemû qadên jiyanê de xebat hate domandin. Di vê çarçoveyê de Desteya Tenduristiyê bi koordîneya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Peymangeha Tenduristiyê li navçeya Ehdasê vekir û wekî beşa yekemîn pêşwaziya 30 xwendekarî kir.

Endamê Rêveberiya Peymangeha Tenduristiyê Reşîd Îbiş diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê peymangehê, aktîfkirin û xurtkirina qada tenduristiyê ye, di heman demê de li nexweşxane û navendên tenduristiyê hemşîreyên pispor werin bicihkirin.

Reşîd Îbiş got: "Ji plansaziyên konferansê tenduristiyê vekirina peymangeheke tenduristiyê bû, li ser vê yekê me li navçeya Ehdasê avahiya li Peymangeha Şehîd Viyan Amara sererast kir û taqîgehek lê ava kir."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 2018`an avahiya girtîgeha Ehdas sererast kir û beşek kir dibistaneke ji zarokên Efrînê re da ku xwendina xwe berdewam bikin. Odeyên din ên girtîgehê piştî sererastkirinê bûn peymangeh, ji wan peymangeha zanistî, peymangeha fîziya, kîmya, bîrkarî û îsal jî peymangeha tenduristiyê hate vekirin.

Îbiş wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî ku sererastkirina avahiya peymangehê bi dawî bû, bi rêya Peymangeha Şehîd Viyan Amara vekirina peymangeha tenduristiyê hate ragihandin. Xwendekarên ku bawernameya amadehî ya zanistî û wêjeyî wergirtine dikarîbûn navên xwe tomar bikin, li ser vê yekê derdora 40 xwendekaran navên xwe tomar kirin. 10`ê Cotmeha derbasbûyî ezmûna qebûlkirinê ji wan re hate çêkirin û ji wan 30 kes hatin erêkirin."

Xwendekar di pêvajoya du salên xwendinê de, dê ji aliyên kesên di warê tib de pispor in waneyên teorî û pratîkî werbigirin. Ji van waneyan; şîrovekirin, zanista dermanan, fîzyolojiya, zanista biyolojî û mîkrobiolojî. Her wiha dê waneyên zimanê kurdî, erebî û îngilîzî bibînin.

Reşîd Îbiş îşaret bi zehmetiyên ku derdikevin pêşberî wan kir û got: "A herî dijwar ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, ev jî dihêle ku pêwîstiyên peymangehê nayên dabînkirin. Li aliyekî din jî berdewamiya topbarana dagirkeriya Tirk bandorê li xwendekaran dike, ji ber ku hin ji wan li deverên ku rasterast têne topbarankirin dimînin."

Li gorî Rêveberiya Peymangeha Tenduristiyê di sala yekemîn de dê xwendekar waneyên teorîk bibînin û di sala duyemîn de dê li nexweşxaneyê waneyên pratîkî bibînin.

(eh)

ANHA