Şehîd Xelef û Îsa li Hesekê bi merasîmekê hatin oxirkirin

Cenazeyên şehîd Ridwan Îsa û Samir Xelef bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin.

Şehîd Xelef û Îsa li Hesekê bi merasîmekê hatin oxirkirin
9 mijdar, 2021   14:24
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ridwan Îsa û şervanê Hêzên Xweparastinê Samir Xelef ên ku hefteya borî dema erka xwe bi cih dianîn, şehîd bûbûn, spartin axê.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ku bi wêneyên wan û alên Hêzên Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatibû xemilandin, ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve çûn.

Karwanê cenaze li goristanê bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya QSD, Hêzên Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Paşê endamê Komîteya Têkikiyên Leşkerî Ebid El-Sayîr axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-Sayîr got: "Ev şehîd şehîdên azadî, biratiya gelan û parêzvanên rûmetê ne, li hemberî çeteyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin şer kirin û di oxira parastina xaka xwe de canê xwe dan."

Ebid El-Sayîr soza şopandin xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedrî Hewala got, şehîd bedena xwe kirin pireyeke ku gelên herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe.

Di merasîmê de hevseroka meclisên herêma Hesekê Kafiya Mehmûd anî ziman bi saya keda şehîdan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê deng veda.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyên şehîdan di nav diruşmeyan de spartin axê.

ANHA