​​​​​​​Pêkhateyên herêmê rastiya têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeran îsbat kir''

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji cîhanê re îsbat kir ku rastiya gelê şoreşger ê şerker dikare civakek demokratîk ava bike û dagirkeriyê têk bibe. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hemberî gefên nû yên dagirkeriya Tirk xeta gelê şoreşger berdewam bikin.

​​​​​​​Pêkhateyên herêmê rastiya têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeran îsbat kir''
9 mijdar, 2021   04:14
KADAR ÎBRAHÎM - QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk piştî ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin gefên dagirkirina herêmên din dixwe. Her wiha bi rêya şerê taybet ku dimeşîne û hedefgirtina jin û ciwanan hewl dide civakê ji hev bixe.

Li hember van gefan, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo girîngiya xweparastinê ya li ser bingehê şerê gelê şoreşger destnîşan kir.

Welatiyê bi navê Sened Hisên diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye ne nû ne, lê berdewamiya projeya osmaniyan a dagirker e. Sened Hisên wiha got:" Dewleta Tirk hewl dide ku bi rêya çeteyên xwe herêmên din ên Sûriye dagir bike, da ku xewnên xwe pêk bîne û sînorê herêmên ku dagir kirine fereh bike."

Hisên anî ziman ku xewnên dewleta Tirk di vê yekê de ne sînordar in, lê armanc dike ku projeya osmanî vejîne û Mîsaqa Millî pêk bîne.

Hisên destnîşan kir ku gel rastiya planên dewleta Tirk ên li herêmê dizanin, ji ber vê yekê jî divê gelê Sûriye li hemberî gefên Tirkiyê bisekine, hevgirtin û yekitiya xwe xurt bike û rastiya helwesta Sûrî ya li hemberî dagirkeriya Tirk eşkere bike.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de girîngiyeke mezin da şerê gelê şoreşger û dibêje, divê gel her tim xwe li gorî şerê gelê şoreşger amade bike, gelê xwediyê rasteqîn ê şoreşê ye, divê berpirsyarî û mîsyonên di nava şoreşê de bi cih bîne.

Welatiyê bi navê Beşîr El-Êzîdî girîngiya hişyarkirina gel ji xeteriya planên dagirkeriya Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriye destnîşan kir û diyar kir ku dagirkeriya Tirk armanc dike ku bi gelek rêbazên leşkerî jê şerê taybet, guhartina demografîk û hwd, gelê herêmê koçber bike. Beşîr El-Êzîdî got: "Ya girîng ew e hişyariya li hember planên dagirkeriya Tirk a ku armanc dike vîna gel bişkîne."

Beşîr El-Êzîdî her wiha bang li gel kir ku parastina xwe bike û xeta gelê şoreşger berdewam bike.

Welatiyê bi navê Mizgîn Lazgîn destnîşan kir ku gelê Kurd di çend salên borî de îsbat kir ku gelê şoreşger dikare civakek demokratîk ava bike û dagirkeriyê têk bibe. Lazgîn berxwedana li Kobanê hatî kirin mînaka vê yekê nîşan da û bang li şêniyan kir ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê xeta gelê şoreşger bidomînin.

Mizgîn Lazgîn di dawiya axaftina xwe de bang kir: "Ji bo parastina hebûn û destkeftiyên xwe divê em her tim li hemberî şeran amade bin."

(dm)

ANHA