Mezlûm Ebdî peyameke piştgiriyê ji serokwezîrê Iraqê re şand

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî peyameke piştgiriyê ji serokwezîrê dewleta Iraqê Mistefa Kazimî re şand û hewldana sîuqastkirina wî şermezar kir.

Mezlûm Ebdî peyameke piştgiriyê ji serokwezîrê Iraqê re şand
8 mijdar, 2021   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdî got, "Hedefgirtina birêz Kazimî, hedefgirtina nirxên demokrasî, aramî û ewlehiyê ye."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di peyamê xwe de wiha got: "Dema me bihîst tiştek bi we nehatiye, em rihet û kêfxweş bûn. Em bi hêvî ne saziyên we yên ewlehiyê di zûtirîn demê de nasnameya kesên ku ev kiryar kirne diyar bike û wan sewqî edaletê bikin."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî wiha domand: "Em teqez dikin ku di şerê hevbeş ê li dijî terorê de li kêlek gelê Iraq û dewleta wê ne. Di heman demê de QSD’ê ev sûca dawî şermezar dike."

Ebdî ji Kazimî û gelê Iraqê re aramî û ewlehî xwest.

ÇAVKANÎ: Nivîsgeha Ragihandina QSD'ê

(fr)