​​​​​​​WHO: Me 1.3 milyon derziyên koronayê ji hikumeta Şamê re şandin

WHO`yê ragihand ku zêdetirî 1.3 milyon dermanê “Sinovac” ê li dijî Koronayê gihaştiye herêmên  serweriya hêzên hikumeta Şamê, ya ku alîkariyên navneteweyî ji bo armancên siyasî bi kar tîne.

​​​​​​​WHO: Me 1.3 milyon derziyên koronayê ji hikumeta Şamê re şandin
8 mijdar, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser hesabê xwe ya Twitterê wiha got: “Bi rîua platforma COVAX, Sûriye zêdetirî 1.3 milyon derziyên Sinovac wergirtiye.”

WHO`yê wiha domand: “Ev beşa herî mezin e ku bi rêya COVAX digihêje Sûriyê piştî beşa yekemîn a ku di Nîsana borî de gihaştibû Sûriyê.”

Seroka şandeyê û nûnera WHO`yê li Sûriyê Dr. Akjemal Magtymova têkildarî mijarê got: “Çiqas em derziyan bidin gelek kesan, ewqasî em ê karibin Covid-19 kontrol bikin.”

Akjemal Magtymova wiha berdewam kir: “Gelek sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn. Gel têra xwe azar kişand ji ber gelek sedemên aborî û yên din ku bi awayekî neyînî bandor li tenduristiyê kir.”

Akjemal Magtymova diyar kir ku ji bo rêgirtina li mirinên ji ber pandemiyê çêdibin, pêwîstî bi van derziyan heye û divê werin bidestxistin.”

Hêjayî gotinê ye ku hikumeta Şamê alîkariyên navneteweyî yên jê re tên pêşkêşkirin bi kar tîne û wan li malbatên çekdarên alîgirên xwe belav dike û naşîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha wan alîkariyan ji bo armancên siyasî bi kar tîne ji wan gel bi aliyê xwe ve bikişîne û zextê li wan kesan bike yên ku ji bre şer mercên aborî yên xirab derbas dikin.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li gorî çavkaniyên xwe yên tenduristiyê bi dest xistine û 5`ê Mijdarê de belav kirine, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de derdora 5 milyon û 500 hezar kes bi Koronayê ketin. Ji wan zêdetirî 5 milyon û 120 hezar kes baş bûne û 43 hezar û 135 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

Lê Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê wê demê got hejmara pêketiyan 44 hezar û 449 kes e, ji wan 2 hezar û 600 nexweş mirine û 26 hezar û 749 nexweş jî baş bûne.

(şx)