MXDŞ: Em rêveberiya PDK`ê li Şengalê qebûl nakin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bang li Êzidiyan kir ku li Şengalê vegerin û got:" PDK'ê 11 salan Êzidî bi kar anî, piştre jî ew radestî DAIŞ'ê kirin. Lewma rêveberiya wan qebûl nake."

MXDŞ: Em rêveberiya PDK`ê li Şengalê qebûl nakin
8 mijdar, 2021   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

MeclIsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23'ê Tîrmeha 2021'ê Kongreya xwe ya 4'emîn li dar xist, civîna xwe ya destpêkê ya rêveberiya nû duh lidar xist.

 Hevserokên meclisên herêman tevlî civînê bûn. Di civînê de rapora Desteya Rêveber a du mehan hate xwendin.

Hevserokê MXDŞ'ê Merwan Bedel bal kişand ser krîza siyasî û îdarî ya li Iraqê û got:"Li Iraqê krîzeke siyasî û civakî heye. Rêya çareseriyê ya ku desthilatdarî pêşkêş dike ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Desthilatdarî baweriya xwe bi hikumeta heyî nîne."

Bedel bal kişand ser kiryarên PDK'ê yên li ser Şengalê û ev nirxand kir: "Ji sala 2003'an heta 2014'an Şengal ji aliyê PDK'ê ve hate birêvebirin û Êzidî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Ji ber vê yekê jî li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr komkujî hate kirin. Ji bilî koletiyê rêyeke din li pêşiya Şengaliyan nehiştin. Ji ber vê yekê jî xelkê Êzidî peymana 9'ê Cotmehê qebûl nake. PDK'ê 11 salan Êzidî bi kar anî, piştre jî ew radestî DAIŞ'ê kirin. Lewma rêveberiya wan qebûl nake."

Ji rûspiyên eşîra Mala Zero Şêx Şemo jî li civînê got:"Ji her maleke Êzidî, ji ber PDK'ê 10 kes kete destê DAIŞ'ê. Ji ber vê yekê em hebûna PDK'ê ya li Şengalê qebûl nakin. 100 wekîlên mîna Miheme Xelîl jî bên em ê destûr nedin ku bên Şengalê."

Endama Meclîsa Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Kinê jî bal kişand ser têkoşîna li Şengalê û da zanîn ku li her devera cîhanê mafên jinan têne binpêkirin û li hemberî vê yekê jî jin ji bo azadiyê têdikoşin.

Di civînê de bang li Êzidiyên koçber hate kirin ku li Şengalê vegerin.