HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûne eşkere kir û soza berdewamkirina têkoşînê ji bo jiyana azad û welatekî azad da.

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir
8 mijdar, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:

"22'ê Cotmeha 2021'ê li derdora gundê Qurdisê yê qada Omerya ya Mêrdînê, di operasyona artêşa Tirk a dagirker de, di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Şoreş û Îsyan heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî û fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:             

Nasnav: Şoreş Amed

Nav paşnav: Ahmet Koç

Cihê jidayikbûnê: Bismil

Dayik-Bav: Fatma-Mehmet Saît

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2021 / Mêrdîn

**          

Nasnav: Îsyan Tolhildan

Nav paşnav: Songul Ozgun

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Mekkiye-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Cotmeha 2021 / Mêrdîn

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Soza ku me dane şehîdan em dubare dikin ku armanca wan a jiyana azad û welatê azad teqez pêk bînin."