‛Li hemberî gef û êrişên Erdogan divê yekitiya me xurt be’‎

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye da zanîn ku bersiva herî xurt û serkeftî li hember gef û êrişên dagirkirinê, yekitiya gelan û hevgirtina wan e.

‛Li hemberî gef û êrişên Erdogan divê yekitiya me xurt be’‎
8 mijdar, 2021   06:44
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji Ereb, Kurd û Suryan gefên dewleta Tirk ‎şermezar kirin û diyar kir ku divê gel li beramber êrişên derve hevgirtî û yek bin.

Şêniyê bi navê Ebdulwehab Xelef ê ji Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk di nav aloziyeke hundirîn de ye û hewl dide van aloziyan derbasî ‎derve bike, ji ber vê yekê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriye dike.

Xelef îşaret pê kir ku dewleta Tirk şoreşa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ‎pergala xwe ya dethiltdar xeter dibîne û wiha domand: "Berovajî wê yekê, Şoreşa Rojava xwe spartiye rêgez û prensîbên demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş a rizgarkirina gelan ji bindestiyê û rejîmên kapîtalîst." ‎

Xelef destnîşan kir ku yekitiya pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd û Suryan a ku li ser fikir û ‎felsefeyekê ava bûye, dikare li hember gef û êrişên dagirkeriya Tirk bisekine û got, yekitiya gelan û rêxistinkirina wan bersiva herî serkeftî li dijî gefan e.‎

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ebdulbaqî Ebdurehmen da zanîn ku gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî tevahî pêkhateyên herêmê yên Kurd, ‎Ereb, Suryan û Aşûr e ku di nava pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijîn.

Ebdurehmen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di radeya yekemîn de destkeftiyên pêkhateyên hevgirtî dike hedef.

‎

Ebdulbaqî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide valahiya ku dijî dagire û aloziyên xwe yên hundirîn ên ji ber krîzên siyasî, aborî û civakî çêbûne û yên ji ber encamên siyasetên Erdogan ên bêserûber in, derxe derve. Her wiha got, dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hêla HPG’ê ve gelek zirar û windahî dît.

Ebdulbaqî Ebdurehman bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir ku li hember gefên ‎dewleta Tirk yek bin û tedbîrên pêwîst bigirin û wiha pê da çû: "Em li ser xaka ‎xwe dijîn û parastina xakê mafeke rewa ye." ‎

Silêman Hisên ê ji pêkhateya Ereb gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê ‎Sûriye şermezar kirin û ev tişt got: "Em pêkhateyên herêmê gefên dewleta Tirk şermezar ‎dikin. Divê pêkhateyên herêmê li hember êrişeke muhtemel hevgirtî û yek bin." ‎

Îsmaîl Delif ê ji kurdên êzidî diyar kir ku hemleya gefan a ku dewleta Tirk li dijî herêmên ‎Rêveberiya Xweser dimeşîne, tenê şerekî taybet e û armanc jê tirsê di nava gel de belav bike,  ewlehiya herêmê têk bibe û bajarên Rojava dagir bike.

Delif got ku ew ê bi hêzên leşkerî û pêkhateyên herêmê re li hemberî êrişên ‎dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin. ‎

Îsmaîl Delif destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide dîroka gelên herêmê îmha û qir bike, tiştên li Efrîna dagirkirî ji wêrankirina cihên olî û dîrokî têne kirin, nîşaneya vê yekê ne.

 (dm)

ANHA