​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-11-2021
8 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan ji PDK'ê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Hesekê ji bo rêgirtina li ber belavbûna diyardeya xebitandina zarokan, belavokan belav dike, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên li eniyên şer ên gundewarê Minbicê dimînin, daxuyandin ku ji bo serketina li dijî dewleta Tirk a dagirker pêwîstî bi têkoşîna hevpar a şervan û şêniyan heye û gotin, “Da ku serketin li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pêk were, divê şêniyên hermê li dora şervanên li eniyên şer kom bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteya zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye Ehmed got, tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, hewldaneke  ku doza kurdî ji bîra kurdan derxînin û destnîşan kir dewleta Tirk wê nikaribe armancên xwe pêk bîne, ji ber ku ramanê rêbertî di bîra ronakbîr û nivîskarên ne Kurd de jî kûr bûye. (BI WÊNE).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye da zanîn ku yekitiya gelan û hevgirtina wan rêxistinên herî aktîf û serkeftî yên li hember gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Seroka parlamentoya Katalonyayê Laura Borras diyar kir ku gelê Katalonyayê hişt ku biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dayîn û got: "Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser li asta herêmên dîtir ên cîhanê." (BI WÊNE).

JIN

- Ji roja dagirkirina Efrînê û heya îro sûcên li dijî jinên herema Efrînê berdewam dikin, lê mixabin tu rêxistin û sazî li hember vê hovîtiyê helwest raber nakin. Divê şandeyên taybet ji bo şopandina rewşa jinan derbasî Efrînê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Hem li aliyê Tirkiyê hem li nava Kurdan, hem jî di raya giştî ya cîhanê de nêrîna ku derdikeve pêş ew e ku Erdogan ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze wê careke din êrîşên dagrirkeriyê li ser rojava pêş bixe. Erdogan hebûna xwe bi dagirkirina Rojava ve girê daye, dibe ku bi hewldana dagirkirinê re bi encamên berovajî re rû bi rû bimîne.

KURDISTAN

- Malbatênê şehîdan ên bajarê Hesekê  bang li civata navneteweyî kir ku komîteyeke lêpirsînê bişîne Başûrê Kurdistanê da ku sûcên  ku dewleta Tirk dike, lêkolîn bike. Malbtên şehîdan diyar kir ku bêdengiya navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk sûcan zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêwirmendên civakî diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê, ambargo û bombebarana dewleta Tirk bandoreke neyinî li zarokên Efrînê yê koçber kir û gotin, divê bi awayekî dirust nêzîkî zarokan bibin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA