Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?

Şêwirmendên civakî diyar kir ku koçberkirina bi darê zorê, ambargo û bombebarana dewleta Tirk bandoreke neyînî li zarokên Efrînê yên koçber kir û got, divê bi awayekî dirust nêzîkî zarokan bibin. 

Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
Zarokên bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne, di çi rewşê de ne?
8 mijdar, 2021   07:33
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji beriya 3 salan ve nîvê zarokên Efrînê yên bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûne û li kampan an jî malên kavilkirî dimînin, zehmetiyan dikişînin.

Hejmara zarokên Efrînê yên koçber gihaştiye 35 hezar û 978`an û li 5 kampên li Şehba, Şêrawayê  û gund û navçeyên kantona Şehbayê bi cih bûne.

Ji dema êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê û heta vê kêliyê ve ku li kantona Şehbayê jî pêk tê, bandoreke neyênî li jiyana zarokan hatiye kirin.

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye û êrişên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, zrokên koçber ji gelek tiştan bê par in, ji lewma ne cihê lîskê heye ne jî kêfxweş dibin.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd a herêma Efrînê, di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de û heta vê kêliyê, 15 zarok şehîd bûne û derdora 30 jî birîndar bûne. Hin ji wan di encama teqîna mayînên çeteyên DAIŞ`ê û komên çeteyên din ên girêdayî artêşa Tirk de, parçeyên laşên xwe wenda kirin.

Şêwirmenda civakî Hêvîn Şamyo got, jiyana li kampan û malên kavilkirî bandoreke neyênî li jiyana zarokên Efrînê yên li kantona Şehbayê kir.

Hêvîn Şamyo bal kişand ser şer û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê, ji wan teqîna mayînan û wiha dewam kir: "Lîstina bi alavên şer û ji ber teqîna mayînan zarok şehîd dibin; bandoreke neyênî li jiyana zarokan dibe, di heman demê de ji lîstina bi serbestî bê par man." 

ꞌREWŞA KRÊTÎK HÎN BÊHTIR ZEXTÊ LI DERÛNIYA ZAROKAN DIKEꞌ

Hêvîn Şamyo ev li gotina xwe zêde kir: "Ji ber zextên derûnî û civakî zarok di rewşeke nenormal de dijîn, di encamê de kiryarên nexwezayî bi wan re derdikevin, ji wan serhişkî, neqebûlkirina fêrkirinê û bedbînî, ji lew re liv û tevgera wan ji ya zarokên din cudatir dibe."

Hêvîn Şamyo da zanîn ku zarok çalak in û divê deverên guncaw, mîna baxçe û parkên zarokan hebin da enerjiya xwe ya neyênî vala bikin,  lê mixabin ev li kampan tune ne.

Hêvîn Şamyo diyar kir ku Nivîsgeha Piştgiriya Civakî li kampên taybet semîneran didin malbatan da k dayik û bav zanibin di rewşên wiha de, çawa nêzê zarokan bibin.

Şêwirmenda Civakî îşaret bi rewşa zarokekî 12 salî kir ku dema koçberkirina wan bavê wî jiyana xwe ji dest da, li ser vê zarok bedbîn bû, ji ber ku barê malbatê kete stûyê wî.

ꞌAMBARGOYA HIKUMETA ŞAMÊ FERZ KIRIYE, REWŞ KEMBAXTIR KIRꞌ

Ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bandoreke mezin li zarokan kir, nexasim di demsala zivistanê de, ji ber ku amûrên germkirinê, cilên zivistanê, pêwîstiyên dibistanê, derman û madeyên xwarinê peyda nabin.

Di Tîrmeha derbasbûyî de ji ber ambargoyê 3 zarokan li Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Şêwirmenda Civakî destnîşan kir ku bi rêya perwerdeyên li kampan dimeşînin, gelek serkeftin pêk anîn, di heman demê de gelek pirsgirêkên zarokan wekî tirs û bedbîn çareser kirin.

Di dawiyê de Şêwirmenda Civakî Hêvîn Şamyo bang li rêxistinên navneteweyî, hiquqî û peywendîdar kir ku rewşa zarokên koçber ên li kantona Şehbayê di ber çavan re derbas bikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 2`yê Çileya 2019`an komkujiyeke li navçeya Til Rifetê pêk anî, di encamê de 8 zarokên koçberên Efîrnê şehîd bûn. 25`ê Sibata 2020`an jî artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewayê komkujiyek pêk anî, ji malbatekê pitikek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn. 23`yê Çileya 2021`ê artêşa Tirk û çeteyên wê li Til Rifetê komkujiyeke din pêk anî, di encamê de  ji malbatekê 3 zarok bûn qurban û yên din birîndar bûn.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Piştgiriya Civakî ya Desteya Karûbarên herêma Efrînê Egîd Xelîl got: "Em destekê didin zarokên sêwî û astengdar."

Xelîl got: "Li gorî rêxistina UNICEF, zarok xwedî mafên rewa ne, ji wan ewlehî û îstîqrar e, lê zehmetiyên ku zarok li herêmên Şehbayê dikişînin ne li gorî wan mafan e, ji ber ku rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êriş hene."

Xelîl bal kişand ser zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin û wiha dewam kir: "Ev zehmetî ji ber kêmbûna derfetan e, sedemên vê yekê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye û nebûna deverên lîstîkê û kêfxweşiyê ne."

Egîd Xelîl diyar kir ku Nivîsgeha Piştgiriya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê li kampan û herêmên Şehbayê, çalakiyên xemrevînî ji zarokan re li dar dixin da ku zarok enerjiya xwe ya neyênî vala bikin.

Xelîl da zanîn ku encamên şer û koçberiyê bandoreke neyênî li jiyana zarokan kir, nexasim li kampan liv û tevgera wan kêmtir e.

Egîd Xelîl îşaret pê kir ku rêxistinên navneteweyî û peywendîdar ên parastina mafên zarokan tu tişt ji wan re pêşkêş nekirine, nexasim di warê projeyên zarokan de.

Di dawiyê de Egîd Xelîl bang li rêxistinên peywendîdar û navneteweyî kir ku destekê bidin wan da ku projeyên taybet bi zarokan werin vekirin.

(eh)

ANHA