Şervanên li Minbicê: Divê gelê me li dor şervanên li eniyan kom bibin

Şervanên li eniyên şer ên gundewarê Minbicê dimînin, daxuyandin ku ji bo serketina li dijî dewleta Tirk a dagirker pêwîstî bi têkoşîna hevpar a şervan û şêniyan heye û gotin, “Da ku serketin li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pêk were, divê şêniyên hermê li dora şervanên li eniyên şer kom bibin.”

Şervanên li Minbicê: Divê gelê me li dor şervanên li eniyan kom bibin
8 mijdar, 2021   00:38
MINBIC- NÎHAD KERHO

Bi berdewamkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji anasa me re axivîn û diyar kirin ku ew ji bo bersivdayîna her êrişeke muhtemel a dewleta Tirk amade ne.

Şervanê bi navê Mihemed Îbrahîm di vê çarçoveyê de diyar kir ku ev şerekî taybet e û armanc jê valakirina herêmê ji xwediyên wê û tunekirina tevna nîştimanî di navbera pêkhateyên Kurd, Ered û Çerkes de ye. Îbrahîm wiha domdand: “Ev hevgirtina pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser li hemberî pêkanîna planên dewleta Tirk li herêmê bûye astengî. Nexasim piştî ku projeya biratiya gelan bi saya hevgirtna pêkhateyan bi ser ket.”

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Îbrahîm wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk DAIŞ şand, me DAIŞ têk  bir. Dûvre piştgirî da komên terorîst da ku herêmê xirab bikin, Ew dixwaze fikrê radîkal li herêmê belav bike û herêmê bixe bin serweriya xwe. Lê belê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva wan planan da. Bi saya şehîdên me yên xwe feda kirin, aramî û îstiqrara herêmê hat parastin.” Îbrahîm piştrast kir ku ew li ser rêya hevrêyên xwe yên şehîd in û ew amade ne di oxira ewlehiya gel de canê xwe feda bikin.

'DIVÊ GELÊ ME LI DOR ŞERVANÊN LI ENIYÊN ŞER KOM BIBE'

Şervanekî din ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Neîmî got: “Em bala xwe bidinê, di demên dawîn de dewleta Tirk şerekî derûnî li dîj gelê me yê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Divê gelê me bi vê şerî  bandor nebe, berovajî divê bi hevgirtin û yekitiya xwe vê şerî vala derxin.”

Mihemed El-Neîmî bi taybetî ji şêniyên Minbicê re, ji tevahî şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser re ev peyam da: “Em ji bo parastina herêmên xwe û gelê xwe ji êrişeke muhtemel a dewleta Tirk, amade ne. Heta ku serketina li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pêk were, divê gelê me li dor şervanên li eniyên şer kom bibin.”

(cx)

ANHA