​​​​​​​Li Berlînê Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê çalakiya nobetê da destpêkirin

Li Berlînê Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê ragihand ku bi armanca teşhîrkirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîn û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiya nobetê dane destpêkirin.

​​​​​​​Li Berlînê Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê çalakiya nobetê da destpêkirin
7 mijdar, 2021   18:59
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Li paytexta Almanya Berlînê Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê çalakiya nobetê daye destpêkirin. Kesên tev li çalakiyê bûne; rewşenbîr û welatparêzên Efrînê ne. Çalakî bi armanca teşhîrkirina kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengî û bêhelwestiya saziyên navnetewî hatiye destpêkirin. Însiyatîfê têkildarê çalakiya nobetê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevî piştrastkirina raporên lêkolînê yên komiteyên serbixwe yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ku binpêkirinên li dijî gelên xwecîhî yên herêmê digihîje asta sûcên şer ên li dijî mirovahiyê teqez kirin, qirkirina sîstematîk a etnîkî, çandî, aborî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê Efrînê bêyî tu rêgiriyeke exlaqî û qanûnî dewam dike.

Li herêmê hîn jî kuştin, destavêtin, revandin, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, ferzkirina fidiyan li ser cotkaran û qedexekirina jiyana çandî ya gelên herêmê bi awayekê dijwar didome.

Çeteyên ku sucên hovane yên li dijî mirovahiyê pêk tînin, yekser ji aliyê dewleta Tirk ve têne fînansekirin, her wiha girêdana wan bi tevgera birayên misilman re jî heye ku dixwazin bandora Kurdan li herêmê tune bikin.

Em wek ronakbîr û welatparêzên Efrînê ku di pêngava Însiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê daye destpêkirin, cihê xwe digirin, em ê berpirsyariya xwe ya dîrokî, xebatên xwe yên teşhîrkirina van sûcan bidomînin û dengê Efrîna rengîn bigihinîn navendên berpirsyar.

Çalakiya ku li paytexta Almanya Berlînê bi tevlêbûna mexdûrên herêma Efrînê û welatparêzên Sûriyê hate lidarxsitin, gavek ji bo pêşxistina vê pêngavê û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wan ên tundrew bû.

Li gel mexdûrên Efrînê, welatparêzên Sûriyê jî, li ser banga însiyatîfê bi awayekî girseyî beşdarî nobetê bûn û wêneyên Efrînê û pankartên şermezarkirina qirkirinê, li wê derê bilind kirin.

Di çalakiyê de bi yek dengî  bang li civaka navneteweyî hatê kirin, ku dawî li komkujiyê bînê û li dijî binpêkirin, tawanên rêxistinkirî û sîstematîk ên li hember gelê herêma Efrînê tên kirin, bi erk û berpirsyariya xwe ya li gorî yasa û peymanên navdewletî rabe.

Em wek Însiyatîf hewl didin ku ew kesên tev li sûc û binpêkirinên li Efrînê bûne, piştgirî dane, fînansekirine û di eniyên siyasî de parastine, bidine darizandin.

Di vê çarçovayê de, em wek Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê diyar dikin ku çalakiya li Berlînê hatiye lidarxistin, destpêka rêzeçalakiyên ku wê li ser hemû astan bi armanca gihaştina qonaxa tawankarî û dadwerî bi awayekî bilind bêne lidarxistin.”