​​​​​​​Fernaz Etiye: Ramanê birêz Ocalan ji pirsgrêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ne

Mamosteya zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye Ehmed got, tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, hewldaneke  ku doza kurdî ji bîra kurdan derxînin û destnîşan kir dewleta Tirk wê nikaribe armancên xwe pêk bîne, ji ber ku ramanê rêbertî di bîra ronakbîr û nivîskarên ne Kurd de jî kûr bûye.

​​​​​​​Fernaz Etiye: Ramanê birêz Ocalan ji pirsgrêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ne
8 mijdar, 2021   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Rêveberiya girtîgeha Îmraliyê di Îlona 2018`an de bi îdiyayên ku pêkanîna werzîşê bi hevalên wî re veguherîne hevdîtin û diyalogan, cezayên displînî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kir. Ceza ji aliyê serokê komîteya displînê ve hate ferzkirin piştî ku lêpirsîn pêre hate kirin û 3 mehan derfet neda wî ku hevdîtinan pêk bîne.

Doza Rêber Ocalan bala raya giştî ya kurdistanî û cîhanî, nexasim ronakbîr, şîrovekarên siyasî û hiqûqnas dikşîne û banga serbestberdana wî dikin.

Têkildarî cezayên displînî ku li ser rêber Ocalan hatine ferzkirin mamosteya zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye Ehmed ji ANHA`yê re axivî. Fernaz Etiye Ehmed behsa siyaseta dewleta Tirk ku li ser rêbertî dimeşîne û wiha got: "Heger mirov behsa revandina rêbertî û komploya navneteweyî ya li dijî wî ya bi serkêşiya dewleta Tirk û hevalbendên wê ji dewletên mezin hate kirin, bike bê guman ji destpêka ku dewleta Tirk rêber Ocalan ji beriya 22 salan ve girtiye, ne li gorî qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî yên taybet  bi mafên girtiyên siyasî tev digere. Divê dewletên ku ew girtine erkên xwe li hember girtiyan pêk bîne û hemû mafên wan bide wan."

Fernaz Etiye Ehmed wiha domand: "Di dema dawî de dewleta Tirk çavdêriya li ser rêbertî giran kiriye. Mafên wî yên herî biçûk wekî gera di qada girtîgehê de çewisandiye û derfetê nade ku hevdîtinê bi malbat û parêzeran re pêk bîne da ku parastina wî bike. Ev mafên biçûk divê ji her girtiyekî re were peydakirin. Bi vê yekê jî hin caran hêzên dewleta Tirk agahiyên taybet ên girêdayî birêz Abdullah Ocalan nade, mînake; beriya du salan dema ku şewat di girava Îmraliyê li nêzî girtîgeha Rêber Ocalan de çêbû hêzên dewleta Tirk agahiyên derbarê şewatê û rewşa tenduristiya rêber Ocalan de veşart û ev agahî di nava salan de ji ser malbat û civaka wî, veşart."

27`ê Sibata 2020`an şewat di daristana girava Îmraliyê de ya li deriyaya Mermera ku Rêber Abdullah Ocalan têde girtiye, çêbû.

 ‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIDAWÎ BIKE‘

Fernaz Etiye îşaret pê kir ku dewleta Tirk dest bi qeyd û çarçoveyên nû ji tecrîda li ser rêbertî kir da ku fikirên neteweyî kurdî û  têkoşîna ji bo azadî û parastina neteweya kurdî, tune bike û got, dewleta Tirk ji derketina fikirên Rêber Ocalan li derveyî girtîgehê, ditirse.

Fernaz Etiye wiha pêde çû: "Dewleta Tirk dixwaze siyaseta devgirtinê bikar bîne û îdia dike ku Kurd û Abdullah Ocalan ê sembola berxwedan û têkoşîna kurdan e, her wiha sembola neteweya kurdî ye gefan li ewlehiya neteweyê ya tirkî û gefan li dewleta Tirk dixwin û ew terorîst in. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk wan digire û wan binpê dike. Her wiha  zextên li ser birêz Abdullah Ocalan giran dike da ku ramanê wê negihêjin Kurd û alîgirên doza kurdî. Lê rêbertî tevî ku di girtîgehê de ye dikare rihê têkoşîna kurdan xurt bike û bighêje jiyana aştiyane û serxistina doza kurdî. Bi vê yekê jî girava Îmraliyê bûye cihê ku fikirên siyasî ji devdikeve û dighêje her kurd û kesên ku baweriya wan bi doza kurdî tê."

Fernaz  Etiye destnîşan kir ku ramanê Ocalan gelek çareserî ji pirsgirêkên li welatên ereban û dewletên Rojhilata Navîn re dît û got: "Nexasim nêrînên wê yên têkildarî jiyana aştiyane, ne navendî û neteweya demokratîk ku cûdahiyê naxe navbera welatiyên wê li ser esasê netewe û nîjad, lê belê xwe dispêre yek xetê di maf û erkan de û bi vê yekê hemû fikirên wî çareseriyan ji pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî re ku li dewletên Rojhilata Navîn û welatên ereban têne jiyan, dibîne.

 ‘DEWLETA TIRK BI HEMÛ KAXEZAN DILÎZE DA KU BERJEWENDIYÊN XWE PÊK BÎNE‘

Fernaz Etiye diyar kir ku dewleta Tirk çi bi dewletên navneteweyî re û çi bi yên herêmî re li ser nakokiyan dilîze da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hewl dide her tiştî li gorî xwestekên xwe bike û bi hemû kaxezan dilîze çi li Sûriyê, çi li dewletên din li Rojhilata Navîn be, her demekê êrişî bakurê Iraqê dike, da ku çavkanî û zengiya wî talan bike û armancên xwe yên siyasî pêk bîne, gefan li dewletên derdor dixwe. Her wiha hewl dide nexşerêya jeosiyasî ya nû li gorî berjewendiyên xwe xêz bike û armancên xwe yên berfirehkirinê pêk bîne, bi vê yekê raman û bangên Rêber Abdullah Ocalan gefan li xwestekên wê dixwe."

Fernaz Etiye diyar kir ku rêber Ocalan sembola doza kurdî ye û wiha domand: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze vê sembolê biçewisîne û hewl dide wî ji bîra kurdan derxîne, lê ev yek zehmete ku pêk were, ji ber ku fikirê Ocalan di nava gelan de hatine bicihkirin, ronakbîr û nîvîskarên ne Kurd xwedî lê derketine. Însiyatîfa ereban a ji bo piştgiriya ji Ocalan re bi elaqeyeke mezin hate nîşandan, li gel kesayetên erebî û kurdî yên li dewletên ereban û kesayetên ne Ereb deng veda, her wiha însiyatîfa Ewropî jî ku bi awayekî berfirhe belav bû."

Têkildarî rola rêxistinên navneteweyî derbarê kirinên dewleta Tirk li dijî girtiyan nexasim rêber Ocalan de Fernaz Etiye ev tişt anî ziman: "Rêxistinên navneteweyî gazincan dike û bang dikin, lê tu gavên cidî navêjin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku doza girtiyan têxe tevgerê. Ji bo doza girtiyan destekê ji dewletan bigre û dewletên ku girtî li gel wan in mafên wan bide wan."

Mamosteya zanistên siyasî Dr. Fernaz Etiye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk azadî û azadiya nêrînê binpê dike. Dema ku dîmenek yan jî nêrînek derbarê doza Ocalan de tê belavkirin em dibînin ku ew vê yek li ser toreyên tevna civakî qedexe dike. Bi çi mafî ev yek tê kirin. Ev nêrîneke taybet li ser toreyên tevna civakî ye. Çima dewleta Tirk vê nêrînê qedexe dike û êriş dike. Ev siyaseta girtina devan ji bo çi ye. Çima nêrînên din qedexe nake. Divê tedbîrên ber çav çi li dewletên Rojhilata Navîn an li ser asta cîhanê be were girin. Binpêkirin ne tenê mafên girtiyan yan jî doza Ocalan e, lê belê doza her kurdekî ye. Divê binpêkirinên dewleta Tirk li dijî girtî û azadiyan li dewletên cûda û li dijî neteweyên cûda, werin sekinandin."

(bx)

ANHA