Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî desteyên şaxî yên li herêmên din re civînek li dar xist da ku komîteyeke têkoşîna li dijî terorê, çavdêriya madeyên zimhêrê û dîsplînkirina kiryarên qaçaqiyê ava bikin.

Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin
Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin
Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin
Rêveberiya Xweser: Kesên bi qûta gel dilîzin wê werin cezakirin
7 mijdar, 2021   16:10
REQA

Civîn li hola civînan a avahiya Meclisa Rêveber a Reqayê li dar ket. Tê de Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan Hesen Koçer û Hemdan El-Ebid û Emîne Osê, nûnerên ji rêveberiyên xweser ên 7 rêveberiyên sivîl amade bûn.

Di civînê de raporên mehane, rewşa siyasî, projeyên hatine pêkanîn û projeyên hîna di pêkanînê de ne, her wiha astengî, pêşniyar, têkoşîna li dijî qaçaqiyê û mekanîzmeya dîsplîkirina wê hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2021/11/07/143617_mhmd-nwr-althyb.webp

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr El-Zîb deriyên nîqaş û rapirsînan vekir û wiha got: "Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin û rûbirûyî fişarên aborî ne. Divê biryarên me li hember kesên bi qûta gel dilîzin tund bin."

El-Zîb got, tevî derfetên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, lê hin kes hene hewl didin gendeliyê bikin û wiha domand: "Ji lew re divê qanûnên pêşîlêgirtinê û cezayên tund li dijî kesên hewl didin bi qût û rizqê gel bilîzin werin danîn."

/ar/uploads/files/2021/11/07/143603_mhmd-shahyn.webp

Li aliyekî din jî Hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha got: "Em texmîn dikin ku dahatûyên ji Rêveberiya Xweser de ber bi herêma Firatê ve têra pêdiviya şêniyan dikin. Lê bi sedema neaktîfkirina qanûnên pêşîlêgirtinê û tunebûna çavdêriya aktîf ew dahatû têra pêdiviyên herêmê nakin. Ji lew re me bi ser kesên qanûnan bin pê dikin de girt û tên muhasebekirin û tedbîrên guncaw li dijî wan tên girtin."

Şahîn wiha domand: "Me dît ku tu kêmasî tu dahatûyên ji herêman re tune ye, çi sotemenî yan jî genim be. Lê belê pirsgirêk di belavkirina ji hêla hin gendeliyan de ye. Ew jî gel li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê provokator dike."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê wiha got: "Me civîneke berfireh bi Desteya Sotemenî û Aborî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HAT’ê re li dar xist da ku rewşa her komîteyê li her herêmekê nîqaş bikin ku kiryarên qaçaqiyê kontrol bikin."

Emîne Osê ev tişt anî ziman: "Biryarên ku me di civînên xwe de dane, ew in ku komîteyên çavdêriyê li her rêveberiyekê li gorî pêdiviyên her herêmekê ava bikin. Dê ev komîte çavdêriya li herêmên bi ser sînorê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê ve bikin."

Emîne Osê wiha domand: "Parçeyek ji krîza aboriyê kiryarên qaçaqiyê ye. Dema mijara qaçaqiyê tê dîsplînkirin para dahatûyên ji Rêveberiya Xweser de yên ber bi her herêmekê ve tên nasîn."

Emîne Osê wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê di hefteyekê de ev komîte werin aktîfkirin û raporên xebatê yên her rêveberiyekê li ser mekanîzmeya dîsplînkirina kiryarên qaçaqiyê ji Meclisa Rêveber re werin şandin û dê cezayên tund li dijî kesên qanûnan bin pê dikin werin pêkanîn."

(fr)

ANHA