Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Antî Teror ên YPG'ê Mihemed Elî (Serbest Kobanê) li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di merasîmê de 7 şehîdên din hatin bibîranîn.

Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
Li Kobanê ji bo 8 şehîdan merasîmek hate lidarxistin
7 mijdar, 2021   15:23
KOBANÊ

Bi sedan şênî, di nav de endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî merasîmê oxirkirina şervanê Hêzên Antî Teror ên girêdayî YPG'ê Mihemed El-Elî (Serbest Kobanê) bûn. Her wiha nasnameyên 7 cangoriyên din ku li cihên cûda şehîd bûbûn û ji ber tedbîrên rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê merasîm ji wan re nehatibû lidarxstin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Kongreya Star Hedla Hesen axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Hedla Hesen bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser ewlehiya herêmê û got: "Dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe û bi hemû rêbazan dixwaze îrade û îsrara gel lawaz bike."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî got: "Şehîd rêya têkoşîn û berxwedanê ronî dikin û li hember dijminên nemerd efsanên lehengiyê raber dikin."

Balî bal kişand ser gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: "Serkeftinên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bidest xistine, li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê gefan li herêmê dixwe da ku tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Heco nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Şehîdên hatine bîranîn ev in: gerîlayên HPG'ê Ebdullah Hemo (Canfeda Welat), endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Hemo, şervanên QSD'ê Sitêf Îbrahîm (Xelîl Sirîn), Mihemed Şêxo, Ebdulfetah Mihemed, Îbrahîm Ebdo (Erdal Qendîl), Hamid Hebeş (Diyar Aşme).

Cenazeyê şehîd Mihemed Elî (Serbest Kobanê) bi diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA