Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kir

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên kîmyewî li dijî HPG’ê şermezar kirin û da zanîn ku hêzên YJA-STAR rûmeta wan e.

Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kir
Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kir
Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kir
Jinên ciwan ên Şehbayê berxwedana gerîlayan silav kir
7 mijdar, 2021   15:07
​​​​​​​ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker ji nêzî 7 mehan ve êrişên hovane li dijî Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tînin. Artêşa Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire û çekên kîmyewî bi kar tîne. Gerîlayan azadiyê li hemberî van êrişan berxwedaneke bê hempa raber dikin.

Bi encama piştevaniya berxwedana hêzên gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Hîlala Zêrîn li ser rêya sereke ya naverasta Fafînê kom bûn, alên Yekitiya Jinên Azad, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Jin jiyan azadî", "Azadiya rêber Apo azadiya me ye" û "Hêzên YJA-STAR rûmeta me ne" hildan.

Meş  bi diruşmên silavkirina berxwedana hêzên gerîla li dijî dagirkeriya Tirk û silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/11/07/140615_sydra-hmw.webp

Meş li pêş mizgefta mezin a li aliyê bakurê navçeya Fafînê rawestiya û li wir daxuyaniyek hat dayîn. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Sîdra Hemo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin û wiha hate gotin: "Berxwedana dîrokî ya ku HPG’ê û  YJA-STAR ji zêdetirî 40 salî ve li dijî dagirkeriya Tirk pêk tînin berdewam dike. Dagirker û hevkarên wê hewl didin tevgera azadiyê tune bikin. Lê berxwedana wan a bi dirêjahiya salên borî ji cîhanê re îsbat kir ku tevgerê navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê daye."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji nêzî 7 mehan ve dagirkeriya Tirk êrişên barbarî li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne û ji bo pêkanîna aramnca xwe tevahî çekên kîmyewî û qedexe bi kar tîne û di encama wê de gelek gerîla şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê pêk tîne û wê muhasebe nakin dikeve xana sûcên şer û dijmirovî."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Yekitiya Jinên Ciwan û tevahî şêniyên herêmê piştevaniya berxwedana HPG’ê û YJA-STAR li dijî êrişên dewleta Tirk dikin û bang li rêxistin û aliyên hiqûqî û mirovî kir ku sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin û muhesebe bikin."

(fr)

ANHA