Beşa 43`yan a koçberan ji kompa Holê hate derxistin

46 malbatên ji gundewarê Dêrazorê ku li kampa Holê diman li ser daxwaza wan ji kampê hatin derxistin.

Beşa 43`yan a koçberan ji kompa Holê hate derxistin
7 mijdar, 2021   14:57
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo koçberên li kampa Holê yên ku dixwazin ji kampê derkevin û li malên xwe vegerin, 10'ê Cotmeha 2020'î de biryara derxist. Di çarçoveyê pêkanîna vê biryarê de gelek malbatên koçber ji kampê hatin derxistin û ewle li warê xwe vegeriyan. Ev biryar di encama civîna 5'ê Cotmehê ya di navbera Rêveberiya Xweser, MSD, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn de hate girtin.

/ar/uploads/files/2021/11/07/135806_dsc_0051-28large29.webp

Di çarçoveya temamkirina pêkanîna biryarê de îro beşa 43 a koçberan ji kampê hate derxistin. Ev beş ji 46 malbatan an ku 194 kesên ji gundewarên rojhilat, rojava û bakurê bajarê Dêrazorê pêk dihat.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji kampa Holê ragihandin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên parastina kampê piştî nasnameyên koçberan piştrast kirin û tedbîrên pêwîst girtin, koçber derxistin.

Ji dema derketina biryarê û heta niha 8 hezar û 690 koçber li ser 2 hezar û 314 malbatan ji kampê derketin.

 (eh)

ANHA