Li Şehbayê broşorên hişyarkirina li ser xetereyên karkirina zarokan

Bi dirûşmeya "Parastina zarokan erka me ye" Komîteya Lênêrîna Civakî û Nivîsgeha Parastina Zarokan, broşorên hişyariyê yên têkildarî karkirina zarokan li xwediyên dikanên bazirganî û pîşesazî li kantona Şehba belav kirin.

Li Şehbayê broşorên hişyarkirina li ser xetereyên karkirina zarokan
7 mijdar, 2021   12:47
ŞEHBA

Bi armanca hişyarkirina civakê li ser xetereyên karkirina zarokan, Komîteya Lênêrîna Civakî û Nivîsgeha Parastina Zarokan broşorên hişyariyê bi zimanê erebî û kurdî li xwediyên firoşgehên bazirganî û pîşesazî li bajarok û navçeyên kantona Şahba, belav kirin.

Komîteyê hemleya hişyarkirinê li Fafînê, Ehdas, Ehrez û Til Rifet da destpêkirin. Her wiha pankart li ser dîwaran daliqandin û broşorên ku agahî û şîretên têkildarî girîngiya sînordarkirina karkirina zarokan û metirsiyên wê, belav kir. Tê payîn ku di qonaxa duyemîn de dê broşor li navçeya Şêrawa were belavkirin.

/ar/uploads/files/2021/11/07/112823_rstm-ywsf.webp

Yek ji rêveberên Nivîsgeha Parastina Zarokan Rûstem Yûsif ji ajansa me re got armanca hemleyê hişyarkirina civakê li ser metirsiyên karkirina zarokan di şert û mercên şer de ye.

Yûsif destnîşan kir ku zarokên kantona Şehba ji ber êrişên berdewam ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bi şert û mercên dijwar rû bi rû ne.

Yûsif diyar kir ku hemle bi hevkariya Komîteya Lênêrîna Civakî û Nivîsgeha Parastina Zarokan pêk hat.

Yûsif bang li hemû saziyên kantona Şehba, malbat, Nivîsgega Parastina Zarokan û Komîteya Lênêrîna Civakî kir ku ji bo sînordarkirina karkirina zarokan şert û mercên guncaw ji bo parastina zarokan, peyda bikin.

(dx)

ANHA