Namzetiya hilbijartinên Lîbyayê sibe dest pê dike

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Lîbyayê îro ragihand ku pêşkêşkirina daxwazên namzetiya hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê ji sibe ve dest pê dike.

Namzetiya hilbijartinên Lîbyayê sibe dest pê dike
7 mijdar, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîseriya Bilnd a Hilbijartinan Îmad El-Sayih destnîşan kir ku qebûlkirina daxwazên namzetiya serokê dewletê wê heta 22 'ê Mijdarê bidome, daxwazên namzetiya hilbijartinên parlamentoyê jî wê heta 7 'ê Kanûnê bidome.

El-Sayih piştrast kir ku ji namzet, hilbijêr û xebatên komîseriyê tê xwestin ku berpisyariya xwe rakin.

El-Sayih destnîşan kir ku şertên namzetiya hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê û dema qebûlkirina wan, ji hev cuda ne.

(dm)