Çalakvanên li Sêmalka: Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeterî ye

Şêniyên navçeya Girkê Legê teqez kir ku çalakiya konvedanê li dergehê Sêmalkayê dê berdewam bike. Şêniyan teqez kir ku xwesteka wan ne tenê wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem e, lê belê şermezarkirina xiyaneta PDK`ê ye jî.

Çalakvanên li Sêmalka: Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeterî ye
7 mijdar, 2021   11:54
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 23`ê Nîsana borî ve didomin. Dewleta Tirk di van êrişan de çekên kîmyewî bikar tîne û ev yek bi destekdayîna hêzên PDK`ê tê kirin, yê ku bû sedem ku dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir bike.

Ji ber vê yekê jî bertekên gelê Kurd zêde dibin û ji 5`ê Cotmeha borî ve li dergehê Sêmalkayê çalakiyan lidar dixe da ku cenazeyê şehîd Tolhildan û Serdem ku 28`ê Tebaxê di kemîna Xelîfanê de şehîd bûne, werbigirin.

Yek ji çalakvanên li Sêmalkayê Yûsif Remedan yê ji navçeya Girkê Legê, teqez kir ku çalakiya wan ku di roja 33`an de ye dê heta ku xwestekên malbatên şehîdan pêk werin û cenazeyê her du şehîdan werbigrin, dewam bike. Yûsif Remedan wiha domand: "Em ê çalakiyên xwe li dijî xiyaneta PDK`ê bidomînin.”

Yûsif Remedan, kirinên PDK`ê weke deqeke reş ji partiyekî kurdî re bi nav kir, ku îdiya piştgiriya gel dike û di din wan navan de û bi rêya destekdayîna dijminê gelê kurd sûcan pêk tîne.

Yûsif Remedan destnîşan kir ku dijminatiya PDK`ê ji gelê Kurd re ya bi rêya hedefgirtina gerîla, qebûl nakin.

Hisên Haco jî ev tişt anî ziman: "Em hewl didin azadiya xwe bi rêya berxwedana gerîla ku ji bo gelê Kurd têdikoşîn û canê xwe feda dikin, bidest bixin. Xiyaneta PDK`ê li ser doza kurdî xeterî ye."

(bx)

ANHA