Li herêmên hikumeta Şamê rewşa aborî û ewlehî hilweşiyayî ye

Li gorî rêjeya belavbûna hejarî û bêkariyê ya sala 2021'an li welatên Ereban, Sûriyê di rêza yekemîn de ye. Di vê raporê de em ê bi hejmar û şahidan rewşa bêewlehî û paşketina aborî li herêmên hikumeta Şamê diyar bikin.

Li herêmên hikumeta Şamê rewşa aborî û ewlehî hilweşiyayî ye
7 mijdar, 2021   07:41
HELEB- MIHEMED EBDO

Hisên Xelîl ê 62 salî yek ji karmendên Saziya Kehrebeyê ya Giştî ya Helebê û mûçeya wî ya mehane tenê 20 dolar e. Hisên Xelîl her êvarê berê xwe dide xwaringeha li navendên Nadî El-Cela ya Helebê û wekî xizmetkar dixebite, ji ber ku mûçeya wî tenê têra kirîna 10 lître zeyt dike.

Hisên Xelîl mîna bi hezaran xelkê Sûriyê, ji bo peydakirina pêdiviyên malbatê li welatekî ku nêzî 10 sal in ji ber şer wêran bûye, ku di rojekê de du danan dixebite.

Xelîl têkildarî zehmetiya jiyana li Sûriyê ji ajansa me re wiha got: "Kêmbûna mûçe û buhabûnê bûn sedema zêdebûna rêjeya xizaniyê."

Xelîl diyar kir ku ew çend mehên berê, dema ku ji xwaringehê vedigerî, ji hêla hin kesên ku cilên leşkerî li xwe kiribûn ve li nêzî baregeha "Artêşa Gel" ya nêzî taxa Cela hat revandin.

Li gorî daneyên NY'ê, diyardeya hejmariyê li Sûriyê ji 80 sed derbas kir û pê re rêjeya sûc û xwekuştinê zêde bûne.

Ji bo naskirina sedemên zêdebûna rêjeya xizanî û sûcan li welat pispora aborî ya karûbarên Sûriyê Narîn Îbrahîm ji ANHA'yê re axixî.

ÇIMA ABORIYA SÛRIYÊ XIRAB BÛ?

/ar/uploads/files/2021/11/07/071818_2021-10-31-hlb-awdhaa-mnatq-hkwmh-dmshq-mn-alnahyh-alaqtsadyh-walamnyh-28329.webp

Narîn Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de îşaret pê kir ku rewşa aborî ya Sûriyê heya asteke bilind hilweşiyayî ye, rêjeya wêraniyan ji sala 2011 heya 2020'an ve gihaşt derdora 550 milyar dolaran.

Têkildarî sedemên hilweşîna aborî, Narîn got: "Di sala 2010'an de rizar gihaşt 10 qatê berhema herêmî ya welat. Li vir em behsa zirarên berhema herêmî  ya ji ber wêraniya madî ku 65 milyar dolarî derbas kiriye dikin, ev zirar lêçûna di qada leşkerî, beşên petrol û gazê de jî di nav xwe de digire."

Derbarê daketina nirxê lîreyê de Narîn Îbrahîm wiha diyar kir: "Di sala 2011'an de dolar bi 47 lîreya sûrî bû, lê niha dolarek 3 hezar lîreya sûrî derbas kiriye. Ji ber vê yekê daketina nirxê lîreya Sûriyê bû sedema bilindbûna buhayan, ango buha 180 qat zêde bû."

Li ser sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê, Narîn Îbrahîm eşkere kir ku ev rêje ji sala 2011'an heta dawiya sala 2020'an ji sedî 15 derbas kir anku nîvê gelê Sûriyê bê kar e.

Narîn Îbrahîm wiha domand: "Aboriya Sûriyê di van salan de nêzî 3 milyon û 700 hezar kar ji dest da. Mûçeyên rast bi qasî ji sedî 30  ji mûçeyên ku di dawiya sala 2010'an de bû. Ji ber ku her tim gelê Sûriyê zirarê dibîne, gelê Sûriyê di vî şerî de 46 milyon salên xwendinê anku xwendekarên xwe winda kirin."

Narîn Îbrahîm diyar kir ku krîza aborî beriya ku qanûna Qeyser li ser Sûriyê were sepandin hebû û piştî sepandina vê qanûnê rewşa welatiyên Sûriyê xirabtir bû.

Li gorî malpera Numbeo Crime Index a têkildarî nîşaneyan sûcan li cîhanê, li gorî rêjeya bilindbûna rêjeya sûcan a sala 2021'an, li ser asta welatên ereban Sûriye di rêza yekemîn de ye û li ser asta cîhanê di rêza 9'an de ye.

Di rêjeya dewletên Asyayê de bajarê Şamê  di rêza duyemîn de piştî Kabul a Efganistanê ye û Bexda di rêza 9’emîn de ye.

Li gorî malperê, Sûriye yek ji welatên ku rêjeya sûcan tê de bilind e. Ji 120 nuqteyan 68.09 hatiye tomarkirin, lê nîşaneya ewlehyê ji sedî 31.91 kêm bûye.

Ji serê salê û vir ve  80 bûyerên xwekuştinê hatin tomarkirin û yek di hefteya cejan de 71 kes mirin

Li gor daneyên fermî yên xwekuştinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, ji destpêka îsal ve heta niha gihaştiye nêzî 80 xwekujan li seranserî welat.

Ji ber bêewlehiya li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de gelek bûyerên kuştinê çêbûne, çi bi armanca diziyê yan jî bi armancên din. Her wiha rêjeya xwekujiyê zêde bûye. Xizanî û rewşa xirab a aborî sedemên bingehîn şert û mercên şer, bêkarî û zextên derûnî û civakî, ên ku dihêlin xort û keç biryara bidawîkirina jiyana xwe bidin.

Rêveberiyê Giştî yê Desteya Giştî ya Tiba Edlî ya hikumeta Şamê, Zahir Heco di hevpeyvînekê li gel rojnameya El-Watan Sûriyê de got, desteyê di hefteya Cejna Qurbanê 19'ê Tîrmeha îsal de 71 bûyerên mirin, di nav wan de kuştin, xwekujî û qezayên trafîkê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tomar kirin.    

Li gorî rojnameyê, hejmara miriyan bi sedema kuştinê gihaşt 20 kesan, 39 kes di encama qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest da û 12 bûyerên xwekuştinê jî hatine tomarkirin.

Ev hemû bûyer li van parêzgehan belav dibin:

- Herêmên di bin serweriya hikumetê Şamê de li parêzgeha Hesekê: 8 bûyerên kuştinê, ku parêzgeha herî zêde ya kuştin lê tê kirin.

- Parêzgeha Helebê: Sê bûyerên xwekuştin, çar ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest da, yek jî hate kuştin.

- Parêzgeha Hemayê: Di hefteya cejnê de 9 kes jiyana xwe ji dest da, ji ber qezayên trafîkê, 3 kes mirin, 2 jî bûyerên xwekuştinê.

- Parêzgeha gundewarê Şamê: 7 kes ji ber qezaya trafîkê mirin, 2 kes hatin kuştin û 2 jî bûyerên xwekuştin.

- Li paytext Şamê: 5 kes ji ber qezayên trafîkê mirine û 2`yan jî xwe kuştine.

- Parêzgeha Dera: 2 kes ji ber qezayên trafîkê mirin, 4 jî di encama sûcên kuştinê de, mirine.   

- Parêzgeha Humis: Du kes ji ber qezayên trafîkê mirin, bûyerek kuştinê û bûyerek xwekujiyê hatin tomarkirin.

- Parêzgeha Tertûs: Ji ber qezayên trafîkê 3 kes mirin û yek jî hat kuştin.

- Parêzgeha Laziqiyê: Di encama qezayên trafîkê de 4 kes mirin û 2 jî xwekuştin hatin tomarkirin.

Li parêzgehên Quneytra û Siwêda tu bûyerên kuştin an jî xwekuştin nehatin tomarkirin.

Yek ji  sûcên herî zêde yên sedema hejariyê, dizî ye. Li gorî şert û mercên ku Sûriyê tê re derbas dibe, dizî ji sînorên asayî derbas bûn û gihaşt asta ku endamên hêzên hikumetê jî diziyê bikin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi alîkariya hin çavkaniyên ji radyoyên herêmî bi dest xistine, roj bi roj li bajêr dizî tê kirin, dizî bi rêya şikandina pencereyên erebeyan, serdegirtina malan û talankirina li ser rêyan tê kirin.     

Di nava hefteyekê de 7 bûyerên dizî tenê li taxa Suryan a bajarê Helebê qewimîn. Tevî daxwazên gel ên ji bo pêkanîna dewriyên polîsan, ev daxwaz ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve bê bersiv hatine hiştin.

Li gorî madeya 620 a qanûna cezayan a Sûriyê, cenazeyê serdegirtina malan, karê giran ê muebet an jî ji 15 heya 20 salî ye.

E. Ş ê ji leşkertiya rezervê ya hêzên hikumeta Şamê hatiye girtin, ji ajansa me re diyar kir ku tevî ku wî cilên leşkerî li xwe kiribû dîsa jî dizî ji wî hate kirin. E.Ş destnîşan kir ku sibeha dema ku diçû nuqteya xwe li ser rêya di navbera Muhafeza û çerxerêya Omer Ebû Rîşe de telefona wî ya destan hat dizîn.

Pispora aborî di karûbarên Sûriyê de Narîn îbrahîm destnîşan kir ku ev jimar asta zirarên mezin ên berhema herêmî nîşan didin, di sala 2010'an berhema herêmî li Sûriyê 60 milyar dolar bû, lê di sala 2020'an de berhema herêmî bû zêdetirî 21 milyar dolar e. Ev tê wê wateya ku aboriya Sûriyê ji sala 2011'an ve ji sedî 64 kêm bûye, ku ev yek bi qasî sêyeka wê demê ye.

Derbarê deynên derve yên hikumeta Şamê de Narîn Îbrahîm diyar kir ku hikumeta ku deynên wê kêm bûn  bûye yek ji welatên herî deyndar ê cîhanê û wiha dom kir: "Li gorî navendên lêkolînê, asta deyn giştî ya sala 2010'an bi qasî ji sedî 208 ji berhema herêmî (Ji sedî 7 bû ji sedî 116) an ku bi qasî 24 mîlyar dolar e. Ev hemû bû sedema ku nirxê lîreya sûrî bi temamî hilweşe."

Narîn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: "Hemû zirarên ku me bi bîr xistine, zirara dewletên ji hişmendî û enerjiya mirovî di nav xwe de nagire, sedema vê yekê koçberî ye. Her wiha dagirkirina beşeke mezin ji xaka Sûriyê, wêraniya mezin, derketina miqdarên mezin ên pereyan ji Sûriyê ber bi derve ve, guhertina lîreya sûrî bi pereyên din hişt ku qadên çandinî, pîşesazî, bazirganî, aborî û tûrîzimî paş bikevin."

Li gorî gelek şîrovekarên siyasî, bandorên şer û siyasetên şaş ên hikumeta Şamê bi dawî nebûne, ji ber ku hikumeta Şamê bêyî guhertina hişmendiya xwe nikare van bandoran bi dawî bike, her wiha diyalogan qebûl nake û çareseriyê di vebijêrka leşkerî de dibîne.

(dx)

ANHA