​​​​​​​Parastina cewherî rêya yekane ya li dijî tevahî gef û êrişan e

Endamê rêveber ê Navenda HPC’ê ya li Kobanê Bedî Dawûd da zanîn ku parastina cehwerî rêya yekane ya li hember çi gef û êrişên li dijî herêmê ye û ew yek erka her ferdekî/ê civakê ye.

​​​​​​​Parastina cewherî rêya yekane ya li dijî tevahî gef û êrişan e
7 mijdar, 2021   01:50
KOBANÊ - SELWA EBDUREHMAN

Endamê rêveber ê Navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) Bedî Dawûd li ser paşxaneya êriş û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê sûriyê û çawaniya parastina herêmê kir û got parastina cehwerî rola xwe ya yekane di parastina ewlehî û hebûnê de heye.

/kr/uploads/files/2021/11/06/190633_-.webp

Bedî Dawûd wiha domand: "Parastina cewherî parastina gel xwe bi xwe ye. Ew yek jî bi rêya rêxistin, xwe perwerdekirin û perwerdekirina civakê pêk tê.  Her wiha parastina cewherî ji hêmanên sereke yên serkeftina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Digel êrişên li dijî herêmê û gefên dewleta Tirk ên êrişên nû yên dagirkirina herêmên nû, mijara parastin û xweparastina herêmê derdikve pêş.

Divê civak dagirkeriyê ji xaka xwe derxe û parastina hebûna xwe bike. Divê biçûk û mezin bibin şerker. Ji ber tecrûbeyên gel tê re derbas bûne vê yekê îsbat dikin. Ne pêwîst e ku tevahî çekên hilgirin, lê ya herî girîng her ferdek rola xwe di bersivdana êriş, xeterî û gefên heyî de bilîze.

Dawod piştrast kir ku ji her kesekî di civakê de tê xwestin ku rê û rêbazên parastinê bişopîne da ku li hember tevahî gef û êrişan bisekine.

Dawûd bal kişand ser pêwîstiya mirov bi xweparastinê û got:" Dema ku xak rastî gef, êriş û dagirkeriyê tê, pêwîstiya mirov bi parastina cewherî heye û mefeke rewa ye."

Dawûd destnîşan kir ku sekna li hember gef û êrişên bi rêya rêxistin û perwerdeya gel di xweparastina cewherî de pêkan e. Da ku li hember çi êriş û gefên li dijî herêmê bisekinin.

Dawûd ev tişt got: "Parastina cewherî pêdiviyeke jiyanî ye. Ji ber her zindî pêdiviya xwe ji dayikbûnê de bi parastinê pêk tîne û gul jî bi striyên xwe, xwe diparêze."

Dawûd wiha domand: "Gelê şoreşger li herêmê ji jin, ciwan û mezinan divê di nava parastina cewherî de bin û bi her ve li dijî dijmin bisekin, bi taybet li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bisekin."

Endamê rêveber ê Navenda HPC’ê Bedî Dawûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi xwe di nava parastina cewherî de bi rêxistin bike, da ku li hember çi gef û êrişên li dijî herêmê bisekine."

 (dm)

ANHA