​​​​​​​Telet Yûnis: Em xwe naspêrin helwestên navneteweyî

Telet Yûnis da zanîn ku Rêveberiya Xweser derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe naspêre helwestên navneteweyî û pêdiviya vê pêvajoyê bi amadekariyeke giştî heye.

​​​​​​​Telet Yûnis: Em xwe naspêrin helwestên navneteweyî
7 mijdar, 2021   00:38
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis li ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawaniya bersivdana van êrişan axivî.

Telet Yûnis diyar kir ku gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama siyasetên wê yên faşîst ên dagirkirina herêmê bi giştî ne. Her wiha ev gef ji bo destekdayîna terora DAIŞ û komên çete yên ku QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî şerê wan dikin.

Yûnis wiha got: "Sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên dagirkirî, topbarana li ser Til Temir, Zirgan, Til Rifet, Eyn Îsa û gefên êrişkirinê, hedefgirtina aramî û ewlehiya herêmê, binpêkirina çi hewldan yan jî însiyatîfên ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê û zehmetiyên gelê Sûriyê ne."

Telet Yûnis wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze DAIŞ`ê ji nû ve vejîne. Dewleta Tirk li herêmên dagir kiriye, rêxistina çeteyên DAIŞ’ê xurt dike ku careke din Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigire."

‘EM XWE NASPÊRIN HELWESTÊN NAVNETEWEYΑ

Telet Yûnis di axaftina xwe de beha civîna ku beriya çend rojan di navbera serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê AKP`ê Recep Teyîp Erdogan kir û eşkere kir ku ew xwe naspêrin helwestên navneteweyî û wiha pê de çû: "Em xwe naspêrin helwestên navneteweyî. Ji ber em di helwestên navneteweyî yên derbarê sûcên dewleta Tirk de lawazbûnekê dibînin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di dema hêzên Rûsya û Amerîka li herêmê bûn de ji hêla dewleta Tirk ve hatin dagirkirin û tu helwestên cidî nîşan nedan."

Telet Yûnis teqez kir ku di encama sûcên hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan de ku aramiya herêmê û cîhanê derbe dike, piştevaniya teror û komên tundraw dike, hewl dide pêkhateyên li Tirkiyê qir bike, rejîma Tirkiyê rûbirûyî krîzeke hundirîn û derve ye. Ji ber wê hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan hewl didbe bi rêya gef û rêrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê û destwerdanên wê yekser li herêmê krîza hundirîn derxe derve. Da ku raya giştî binixumîne.

Telet Yûnis ev tişt anî ziman: "Rewşa ku hikûmeta AKP`ê tê re derbas dibe, cihê bêhêziyê ye. Ji ber vê yekê nikare êrişan bike yan jî destwerdanan pêk bîne. Dê ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên hundirîn û derve bînin."

‘HEWLDANÊN DERXISTINA REWŞEKE BÊARAMÎ Û TIRSANDINÊ‘

Telet Yûnis behsa hedefgirtina balafirên artêşa Tirk ji fermandarên QSD`ê, endamên Rêveberiya Xweser û sivîlên li herêmê re kir û ev tişt anî ziman: "Ev êriş berdewama hewldanên derxistina rewşeke bêaramî û tirsandinê li gel pêkheteyên herêmê ye. Dewletên garantor weke Rûsya û Amerîkayê derbarê vê yekê de bê deng in."

Yûnis got dewleta Tirk bi hemû derfet û teknîka xwe dixwaze projeyên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bîne, projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, aloziya Sûriyê bêyî ku tu çareserî di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên din de werin dîtin da ku neghêjin Sûriyeke ji hemû gelê Sûriyê re, berdewam bike.

‘BERSIVA ÇI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK, BERXWEDAN Û HEVGIRTIN E’

Telet Yûnis piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bersiva çi êrişa leşkerî li ser herêmê bidin û wiha axivî: "Em xwe dispêrin îrade û hêza gelê xwe. Ji ber vîn û girêdana gel bi berxwedan, parastina xak û destkeftiyan re rêyeke yekane û misoger e da ku komployên wan hemû hêzan ên bi armanca têkbirina modela demokratîk, bi bin bixin."

Telet Yûnis di axaftina xwe de îşaret bi hevgirtina gelê herêmê, berxwedan û sekna wan bi QSD`ê û Rêveberiya Xweser re kir da ku li hember hemû hewldan û siyasetên ku armanca wan ewe ku îradeya gelên herêmê bişkînin, bisekinin her wiha got divê hevgirtin di navbera gel de û berxwedanê were bilindkirin.

‘DIVÊ HIKÛMETA ŞAMÊ ERKA XWE LI HEMBER ÊRIŞÊN LI SER SÛRIYÊ PÊK BÎNE‘

Yûnis wiha domand: "Divê em zanibin ku em di rewşeke şer û êrişên rojane re derbas dibin. Her wiha li dijî Rêveberiya Xweser hemeleyên reşkirinê û dorpêçê pêk tên. Ji ber vê yekê di hemû rewşan de pêdivî bi amadekariya giştî heye, da ku li hember çi rewşan bisekinin. Divê gelê me jî di hemû pêngavan de amade be."

Telet Yûnisî da zanîn ku divê civaka navneteweyî di serî de Rûsya û Amerîka bi erkên xwe li hember planên dewleta Tirk rabe û ev tişt got: "Divê helwestên hikumeta Şamê jî hebin û erkên xwe li hember sûcên li ser Sûriyê û hedefgirtina dewleta Tirk ji xaka wê re, pêk bîne."

‘ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ LI GEL RÊVEBERIYA XWESER E‘

Telet Yûnis behsa rêbazên Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de kir û ev tişt anî ziman: "Em dibînin ku çareserkirina aloziya Sûriyê di diyaloga sûrî – sûrî de ye û ev yek dê hêvî û xwestekên gelê Sûriyê bi cih bîne. Çareseriya sûrî – sûrî her tim armanca sereke û dîtina rast e ku Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina aloziyê re dibîne."

Telet Yûnis piştrast kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê li gel Rêveberiya Xweser e da ku ev proje projeyekî sûrî be, rewşa şer û aloziya heyî bi dawî bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telet Yûnis bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em di têgihiştin û diyaloga bi hikumeta Şamê û hemû aliyên sûrî re cidî ne da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî û aloziya Sûriyê  bi dawî bibe. Em her tim ji diyalogan re amade ne. Ji bo wê jî em bang li aliyên navneteweyî  yên rola wan di krîza Sûriyê de aktîf dikin bi taybet Rûsya, da ku diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de li dar keve û bigihîjin lihevkirin û peymanên ji bo garantiya pêşeroja Sûriyê bi giştî."

(bx)

ANHA