Bi dronê êrişî mala serokwezîrê Iraqê hat kirin

Li Bexdayê bi dronek bombebarkirî êriş ser mala serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin.

Bi dronê êrişî mala serokwezîrê Iraqê hat kirin
7 mijdar, 2021   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên zû yên sibehê de li Herêma Kesk a Bexdayê bi dronek bombebarkirî êrişê ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin.

Piştî êrişê Kazimî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û da zanîn ew ji êrişê sax filitiye û rewşa wî û ya kesên li gel wî baş in.

Piştî êrişê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û keyfxweşiya xwe ji sax filitîna Kazimî ya êrişê anî ziman. Wezaretê diyarkir karê hatî kirin karek terorîstiye û şermezarkir. Her wiha ragihand Amerîka amadeye ji bo lêkolînkirina êrişê alîkariyê bide.

Heta niha ti aliyekî êriş negirtiye ser xwe.