Rêxistineke Holandayê: Av çeka çeteyên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Rêxistineke holandî got, çeteyên dewleta Tirk 3 bendav li ser ava çemê Xabûrê ava kirine û piştrast kir ku komên çete avê wek çekekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin.

Rêxistineke Holandayê: Av çeka çeteyên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
5 mijdar, 2021   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Ereb, çeteyên dewleta Tirk ava çemê Xabûrê wek çekekê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bikar tînin.

Rêxistina “Pax” a Holandayê di raporeke de got: “Çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên girêdayî Enqereyê, bendav li ser çemê Xabûrê ava kirine yê ku di gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibe û piştre li parêzgera Dêrazorê tev li ava çemê Firatê dibe.

Dewleta Tirk û çeteyên wê beşeke çemê Xabûrê ku di Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê re derbas dibe, kontrol dikin.”

Di raporê de ku agahiyên xwe spartin xebatên meydanî û wêneyên satelaytê, hat gotin ku çeteyên dewleta Tirk di havînê de û li gel ziwabûna li herêmê bendên axê li ser çemê ava kirin. Her wiha hat diyarkirin ku ev kiryar nîşan dide ku avê wek çekekê li dijî herêmê bi kar tînin.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku her sê bendavên hatine avakirin, bandorên neyînî û ziwabûna li herêmê zêde kirin û wiha hat gotin: “Ji ber barîna kêm a baranê, germahî zêde bû. Ev tê wateya ku çandinî ji her demê bêtir kêm bûye.”

Di wêneyên ku rêxistina “Pax” weşandine de her sê bendev xuya dikin. Bendava yekemîn di 22`yê Gulana îsal de hatiye avakirin.

Dirêjahiya çemê Xabûrê 320 km ye û yek şaxên çemê Firatê ye. Çemê Xabûr ji Tirkiyê derdikeve û di bajarê Hesekê re derbas dibe, ku Hesekê ji bo herêmê pakêta xwarinê ye. Li gorî raporê, ji ber van her sê bendavan bi hezaran malbat ji avê bêpar mane. Di raporê de ew kiryar wek binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî hate binavkirin.

Di dewama raporê de wiha tê gotin: “Çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bi armanca birçîkirina sivîlan û koçberkirina wan bi darê zorê ev yek pêk anîne, ev rêbazekî şer e.”

Rêxistinê bang li civata navneteweyî kir ku bang li dewleta Tirk bike da ava çemê Xabûrê bigihîne hemû sivîlan.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê ya li gundewarê Serêkaniyê ji ser milyonek kes li herêmê qut kiriye û stasyonê wek çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

(şx)