Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve

Şêniyên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê piştrast kir ku parastina axê ne tenê erka hêzên leşkerî ye, lê belê divê gel xwe bi xwe bi rêxistin bike û ji bo parastina xakê amade be.

Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve
Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve
Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve
Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve
Şêniyên Şêxmeqsûd: Gelê Şoreşger ê birêxistinkirî dê bi ser bikeve
5 mijdar, 2021   06:45
HELEB - ARIF SILÊMAN

Ji destpêka aloziya Sûriye ve, şêniyên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê xwe bi xwe di nava Yekîneyên Parastina Cewherî de bi rêxistin kirin û roleke mezin di parastina taxan ji êrişên çeteyan de lîst.

Têkildarî wê welatiyê bi navê Fehmî Hemdî ji şêniyên Şêxmeqsûd diyar kir ku parastin di vê qonaxa ku herêm tê re derbas dibe de girîng e. Her wiha parastina cewherî ji bo parastina gel û herêmê, gelek girîng e.

Fehmî Hemdî destnîşan kir ku divê her kesek di civakê de xwe di nava hêzekê de bi rêxistin bike da ku xak, tax û herêmên xwe ji gef û êrişên dijmin biparêze. Her wiha piştrast kir ku civaka ne bi rêxistinkirî dawiya wan dê qirkirin be.

Hemdî anî ziman ku bingeha dîroka dewleta Tirk, qirkirin û kuştin e û li dijî Kurd, Ermen, Asûr, Suryan û hemû gelên azadîxwaz e. Her wiha dema ku dewleta Tirk dibîne ku gelên herêmê xwe li ser rêgeza netewa demokratîk bi rêxistin dikin, wan hedef digire da ku wê projeyê têk bibe.

Hemdî diyar kir ku gelê Şoreşger rola xwe di parastina tevahî aliyên jiyanî, leşkerî, siyasî û aborî de dilîze. Her wiha bal kişand ser êrişên çeteyên li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got, ew êrişên çeteyan rastî berxwedana gelê şoreşger ku xwe bi rêxistin kiribû, hat.

Hemdî wiha domand: "Şêniyên taxê û mamosteyan alîkariya şervanan dikir û xwarin ji wan re amede dikir. Her wiha tîmên tendurstiyê jî piştgiriya wan dikir û birîndar derman dikirin. Li aliyekî din perwerdeya zarokan nesekinî û zarok di qeboyên ewle de dihatin perwerdekirin.

Mamosteya bi navê Nezîre Reşîd a tev li berxwedana taxa Şêxmeqsûd bûye jî diyar kir ku êrişên çeteyan li dijî Şêxmeqsûd yekser çand û vîna gelên li taxê dikir armanc.

Nezîre Reşîd behsa seferberiya giştî ya şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji Kurd, Ereb û Mesîhî kir û got, hinekan çek rakirin û hinek jî tevlî tîmên tenduristiyê bûn û piştgirî dan hêzên leşkerî.

Nezîre Reşîd destnîşan kir ku mamosteyan bi domandina perwerdekirina zarokan parastina her du taxan kir. Her wiha anî ziman ku di domandina perwerdekirina zarokan de şehîd ji wan re pêşeng in û ew dev ji berxwedana xwe bernadin heta ku bighêjin serketinê.

Nezîre Reşîd piştrast kir ku berxwedana gelê Şoreşger ji Şêxmeqsûd dest pê kir û ji cîhanê re îsbat kir ku gelê Şoreşger di tevahî şert û mercan de dê bi ser bikeve. Her wiha bi bîr xist ku serketina wan bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû.

(dm)

ANHA