ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2021
5 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza cenazeyên şehîdan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûcekî din li lîsteya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li dijî şêniyên kantona Efrînê pêk tînin zêde dibe. 3 sal û 8 meh bêyî sedem di girtîgehê de bi xwe sûc e. Ciwanekî ku di dirêjahiya 3 sal û 8 mehan de di gitîgehê de maye çîroka îşkenceya xwe bi destê dagirkeriya Tirk vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Lorensa Xelîl got: "Li hember her cûre êrişên leşkerî û fikirî divê her welatiyek xwe wekî şervan bihesibîne û welatê xwe biparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê piştrast kir ku parastina axê ne tenê bi hêzên leşkerî ve girêdayî ye, divê gel xwe bi xwe bi rêxistin bike û ji bo parastina xakê amade be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Rêber Ocalan a Tebqayê Mûsene EbdulKerîm diyar kir ku pêngava `Dem Dema Azadiyê ye` ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li ser asta herêmî, erebî û navneteweyî deng veda. (BI WÊNE Û DÎMEN).      

POLÎTÎKA

- Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê êriş û gefên xwe yên li dijî herêmê didomîne, lê ew bi stratejî û taktîkên nû yên şer ji êrişên gengaz re amade ne û got "Me bi têkoşîna xwe rûyê rast ê rêxistinên wekî DAIŞ û El-Nusra raxist ber çavan. Em îro jî rastiya serokkomarê Tirk û faşîzma AKP-MHP'ê derxin holê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid diyar kir ku divê aloziya Sûriyê ne li dewletên Ewropayê were çareserkirin û got Rêveberiya Xweser amade ye, diyalogên avakar bi hikumeta Şamê re bide destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, koma Jiyan şanoya "Em li benda wî ne" li Baxçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo pêşkêş dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her bajarek xwedî dîrokeke ku bi çanda xwe gelê wê kêfxweş dike ye. Bajarê Minbicê jî bi pênûsa helbestvanan di nava dîrokê de nemir bûye. Fikrên tundraw bandor li vê taybetmendiya binirx kir, lê piştî hate rizgarkirin, jinûve tîrêjên ronahiyê xwe berdan nava vî bajarî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên Şehbayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahî Cîhanê sûcên dermirovî li dijî gerîlayên azadiyê pêk tîne. Bêdengiya civatên nevneteweyî jî erêkirina van sûcan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Lubnan her tim hewl dide ku hezkirina Erebistana Siûdî werbigire. Lê beriya 5 mehan wezîrê derve yê wê demê Şirbil Wehbê neçar ma ku îstîfa bike. Ev îstîfa piştî hevdîtineke wî hate kirin ku bi zimanekî nejadperestî siûdiyan bi "bedû" wesif dike. Niha jî daxuyaniyên wezîrê Jorj Qirdahî têkiliyan careke din gûr dike. Gelo Erebistana Siûdî bi temamî dev ji Lubnanê berda û dê çawa bandore li xebatên hikumetê bike. (BI WÊNE).

CIWAN

-Meşa dirêj a ciwanan a ji bo şeremzarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dighêje bajarê Kobanê û di roja duyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Karûbarên Civakê ya herêma Efrînê bi nêzîkbûna zivistanî re wekî beşa yekemîn 25 hezar bermîlên mazotê bê pere li şêniyan belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA