Rojnameyên erebî: Piştî Dera tê çaverêkirin ku hikumeta Şamê berê xwe bide Siwêdayê

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî rewşa Sûriyê, aloziya di navbera Lubnanê û wlatên Kendavê de û aloziya Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Piştî Dera tê çaverêkirin ku hikumeta Şamê berê xwe bide Siwêdayê
Rojnameyên erebî: Piştî Dera tê çaverêkirin ku hikumeta Şamê berê xwe bide Siwêdayê
Rojnameyên erebî: Piştî Dera tê çaverêkirin ku hikumeta Şamê berê xwe bide Siwêdayê
5 mijdar, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ DERAYÊ, HIKUMETA ŞAMÊ BERÊ XWE DAYE SİWÊDAYÊ

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî bi dawîbûna xebatên çareserkirinê li Derayê, vê carê hikumeta Şamê çavê xwe berdaye Siwêdayê. Komîteya Ewlehiyê gihaşt bajarê Siwêdayê ku piraniya niştecihên wê Durizî ne, da ku dosyayên ewlehiyê yên bi girêk li wir çareser bike.

Serokê “Dar Ura” ya bi navê “Dar El-Îmara” tê nasîn, Lûey El-Etraş got: “Rewşa li parêzgeha Siwêdayê cudatir e. Şêniyên Siwêdayê li dijî hikumetê şer nekir. Saziyên dewletên jî jê derneketin. Ji wê zêdetir civakê ew parastin. Lê ji ber gelek sedeman ev sazî bi rola xwe ranabin û ji ber şer rêzepirsgirêk derketin di sêrî de tevliheviya ewlehiyê, pêwîst e ev pirsgirêk bi awayekî cidî werin çareserkirin.”

Nivîsgeha çapemeniyê ya Tevgera “Rîcal El-Kerame” ku mezintirîn komên herêmî yên çekdar li Siwêdayê ye, ji Şerq El-Ewsat re got: “Divê pêşniyarên hikumeta Şamê ji bo Siwêdayê destpêkê ji bo başkirina rewşa jiyanî bin.”

Derbarê “çareserkirina rewşan” de jî, tevgerê piştrast kir ku ew şerê hikumeta Şamê nake. Siwêda xwedî li komên terorîst an jî çekdar derneket. Ruxmî ku li ser hinek kiryaran ew bi hikumeta Şamê re li hev nakin jî, lê heta roja îro li Siwêdayê şerek yekser li dijî hikumetê rû nedaye. Her wiha tevgerê têkildarî çekên li bajêr wiha got: “Çekên li bajêr bi fermana rûspiyên tevgerê hatine kontrolkirin. Kesek çekên xwe li dijî hikumetê bi kar neaniye. Tenê ji bo parastina herêmê bi kar aniye.”

Berpirsê edîtoriya malpera “Siwêda24” Reyan Merûf jî got, “endamên komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê heta niha makenîzmeya pêkanîna xebatên çareserkirina rewşan pêşkêş nekirine. Ew nexwedî biyar in. Tedbîrên li Siwêdayê werin girtin dê jî, dê navendî bin, bi rêya cîhazê ewlehiya neteweyî û şaxên istixbaratê yên li Şamê pêk werin.”

LUBNAN.. ALOZIYEKE DÎPLOMASÎ Û ARÎŞEYA HIKUMETÊ

Derbarê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Hîna jî welatiyên Lubnanê li hemberî bûyera ku welat xistiye aloziyekê ji aloziya dîplomatîk zêdetir, matmayî mane. Li aliyekî din jî, hewldanên hin rayedaran û hikumeta Lubnanê ya dîtina çareseriyekê ku wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qirdahî derxistiye, dewam dikin.

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî  piştî ji Skotlandayê vegeriya, serdanek pêk anî da ku nexşerêyeke çareseriyê ya giştî ji bo bidawîkirina arîşeya hikumetê danî. Mîqatî diyar kir ku Qirdahî bûye sedem ku têkiliyên Lubnanê qut bibin, her wiha bang li wî kir ku berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigire.” 

JI BO BISERXISTINA NAVBEYNKARIYÊ ARTÊŞA SÛDANÊ 4 WEZÎR SERBEST BERDAN

Têkildarî aloziya li Sûdanê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan 4 wezîrên din ên hikumeta Abdullah Hemdok ku hefteya borî derbe li dijî wê pêk anîbû, serbest berdan. Çavdêr dibêjin ku artêşê di çarçoveya hêsankirina xebatên navbeynkariyê de û avakirina baweriyê bi gelek aliyên sivîl re ku danûstandin pê re tên kirin ji bo ku di dema pêş de rolekê bilîzin û bi taybet serokwezîr Abdullah Hemdok, ev gav avêtiye.

Her wiha çavdêrên rewşa Sûdanê destnîşan kirin ku dibe ku bi serbestberdana 4 wezîran re gavên din werin avêtin û girtiyên din serbest werin berdan. Her wiha diyar kirin ku artêşa Sûdanê ji vê yekê armanc dike ku nîşan bide ew dixwaze bi aliyên sivîl re li hev bike û ew piştgiriyê dide navbeynkariya nûnerê navneteweyî yê Sûdanê Volker Perthes.”

(şx)