'Divê her welatiyek şervanek be û welatê xwe biparêze'

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Lorensa Xelîl got: "Li hember her cûre êrişên leşkerî û fikirî divê her welatiyek xwe wekî şervan bihesibîne û welatê xwe biparêze."

'Divê her welatiyek şervanek be û welatê xwe biparêze'
5 mijdar, 2021   05:19
QAMIŞLO-SOLÎN AHMÊ

Şerê taybet ji şerên her xeter e ku hêzên kapîtalîst li dijî civakan dimeşînin, bi rêya vî şerî bandorê li civakan dikin da ku fikir û hegemoniya xwe ferz bikin bêyî ku balê bikişînin ser xwe anî jî qarbalexê çêbikin.

Armanca hêzên kapîtalîst ji vî rêbazî şer, koçberkirina ciwanan, dûrxistina wan ji civak, çand û cewherê wan e.

Li hemberî şerê taybet, rêber Abdullah Ocalan girîngiya parastina cewherî destnîşan dike û dibêje, şerê taybet dixebite da ku bi rêya rêbazên rewa û ne rewa, rêbazên madî û manewî armancên xwe pêk bîne, armanc ew e ku îradeya aliyê din bikuje, rewşeke bêbawerî bide avakirin, di encamê de bêhêviyê bihêle û sîstema exlaqî ya civakê hilweşe.

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo, Lorensa Xelîl got: "Şerê taybet rasterast bandorê li derûniya mirov dike, da ku armacnên ku vî şerî bi kar tînin, pêk bîne. Her wiha yek jî rêgazên girîng û sereke ji bo kontrolkirina gelekî ye. Ev cûre şer di dîrokê de bi navê şerê sar an şerê spî tê naskirin."

Lorensa Xelîl diyar kir ku rexmî ku şerê tabyet di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derket û bi awayekî mezin şerê sar di navîna duyemîn a sedsala 20'î de hate bikaranîn, lê bikaranîna wê beriya wî bi gelek salan hebû û wiha domand: "Ev yek di wênexêzên li ser tabloyên herî de diyar dibû ku bal dikişand ser wêneyên lawirên har ku ji bo tirsandinê dihatin xêzkirin an mûmiya li cihên girîng dihatin daliqandin an kele bi wan dihatin çêkirin."

Lorensa Xelîl îşaret bi destpêka derketina têgeha şerê taybet kir û got: "Baş nayê zanîn ku têgeha şerê taybet kengî hate eşkerekirin, lê di navîna sedsala borî de serokwezîrê Brîtanya yê serkêşiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn li welat kir Winston Churchill gelek belgeyên girêdayî mijarên leşkerî, aborî û siyasî yên li ser şer, bi taybet belgeyên derbarê şerê taybet de eşkere kir û odeyek taybet di mala xwe de vekir da ku serêşya 'Odeya Operasyonên Şerê Taybet' bike."

'GEL DITIRSÎNIN DA KU WAN KOÇBER BIKE Û WAN JI DOZA WAN A SEREKE DÛR BIXE'

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi destpêka şoreşê re, hêzên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk hewl da civakê dûr şoreşê û doza wê bixîne û bi êrişên li ser herêmê wê bide koçberkirin, paşê serî li siyasetên şerê taybet da.

Endama Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Lorensa Xelîl diyar kir ku dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gava yekemîn a dagirkeriya Tirk bû, da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirsîne, ji welat koçber bike û di encamê de wê dûrî çand û rastiya wê bixe.

Lorensa Xelîl destnîşan kir ku piştî dagirkirina Tirk a li herêmê, dewletên herêmî bi rêya belavkirina çete û terorîstan di nav şêniyan de siyasetên şerê taybet li dijî herêmê meşandin û wiha got: "Mînaka herî berbiçav, DAIŞ'ê ye ku ji aliyê dewletên herêmê ve hate avakirin, DAIŞ'ê bi navê îslamê xwe û fikirê xwe ferz kir û kiryarên hovane li dijî wan bi kar dianî û bandor li derûniya wan kir, her wiha ew ji welatên wan koçber kir û fikirê parastina welat lê çewisand."

Lorensa Xelîl bi domdarî got: "Tirkiyê bi rêya îstismarkirina çand û exlaqê gel û xwe ferzkirina li ser gel, hewl dide ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Gelek caran hewl da wan ji çanda xweparastinê dûr bixe û ev yek bi rêya birêvebirina rêxistinên ku bi hinceta alîkariyên mirovî derbasî herêmê pê dianî."

Lorensa Xelîl îşaret pê kir ku dewleta Tirk sûdê ji rewşa aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire da ku êrişan pêk bîne û bandorê li gel bike û diyar kir ku zextên aborî yek ji rêbazên sereke ye ku dagirkeriya Tirk di şerê taybet de bi kar tîne da ku şêniyan li hemberî Rêveberiya Xweser sor bike û şerekî navxweyî di navbera wan de derxîne.

Li ser çawaniya bersivdayîna şerê taybet ku dewletên kapîtalîst li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lorensa ev tişt got: "Divê em li tax û bajaran dewreyên perwerdeyê xurt bikin, çanda kombûna li derdora Rêveberiya Xweser pêş bixin  û destekê bidin baweriya tevahî şêniyan bi doza şoreşê re. Her wiha divê her ferdek di herêmê de bibe şervan û bersiva êrişên leşkerî û fikirê yên li dijî herêmê bide."

Parastina cewherî mafekî rewa û bingeha hebûna zindiyan li ser erdê ye. Rêber Ocalan li ser girîngiya parastina cewherî dibêje, parastina tiştekî biylojîk û civakî ye, hin nêrnîn di nava gel de hene, dibêjin ku artêşa an jî dewleta mirov diparêzin, lê ev ne rast in û dûrî rastiyê ne. Rêbertî dibêjine ku parastina mafekî rewa û pîroz e, tu kes li şûna kesekî din parastinê nake, heger kesek an zindiyek wisa bike wê ji mirovatiya xwe dûr bikeve bû bikeve xizmeta kesên din, wê demê wê bibe lîstokek di destên kesên din.

Lorensa Xelîl di dawiya axaftina xwe de got: "Projeyeke me ya xurt heye, da ku em bighêjin her ferdek di civakê de da ku wan li ser esasê parastina cewherî û danasîna wan bi şoreş û rastiya wan dîrokî perwerde bikin. Di serî de jin û zarok divê hişyar bin û li hemerî şerê taybet civakê biparêzin, ji ber ku bi têkoşîna rêxistinkirî ya jin û ciwan dikare şer bi dawî bibe."

ANHA