Pentagon: Em rê nadin Tirkiye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan li hevalbendên me bixwe

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Serok Joe Biden rê nade Tirkiye ku gefan li hevalbendên Washingtonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe.

Pentagon: Em rê nadin Tirkiye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan li hevalbendên me bixwe
4 mijdar, 2021   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî di Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de ji Sky News re got: "Agahî hene ku Tirkiye bi rêya komeke çeteyan plan dike ku operasyonên leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê li dijî kurdan pêk bîne."

Her wiha got: "Rêveberiya Biden rê nade Tirkiye ku gefan li hevalbendên me kurdan bixwe."

ANHA