Rêveberiyên herêmî û şaredariyan planên xwe yên sala 2022'yan eşkere kirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di civîneke berfireh de plansaziya xebatên xwe yên sala 2022’yan eşkere kir.

Rêveberiyên herêmî û şaredariyan planên xwe yên sala 2022'yan eşkere kirin
4 mijdar, 2021   13:31
REQA

Di civînê de hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer, Rîma El-Romans û cîgira wan Mîdya Bozan, her wiha hevserokên komîteyên şaredariyan ên 7 herêmên Rêveberiya Xweser amade bûn. Di civînê de projeyên di sala 2021’an de hatine pêkanîn, hatin nîqaşkirin.

Civîn li hola civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser hate lidarxistin. Di civînê de, her komîteyekê xebatên xwe yên sala borî û plansaziyên xwe yên sala bê pêşkêş kirin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser Mîdya Bozan diyar kir ku pirsgirêka nebûna madeya ‘bîtûmîn’ bû sedema rê baş neyên çêkirin û wiha dewam kir: "Lê piştî vekirina parzûna bîtûmînê ev pirsgirêk hate çareserkirin. Her wiha dê bûdçe li ser her komîteyekê were dabeşkirin."

/ar/uploads/files/2021/11/04/115118_mydyl-bwzan.webp

Mîdya Bozan diyar kir ku projeyên ekolojiyê û daristanan jî dê bên duristkirin.

Mîdya Bozan her wiha diyar kir ku planeke xebatê ji bo sererastkirina geracên veguhastinê yên hundir û derve û sererastkirina pirên li Tebqa û Reqa, Dêrezor û herêma Cizîrê heye.

 (dx)

ANHA