Çalakiya li Sêmalkayê dikeve meha duyemîn, PDK`ê hê jî cenazeyan radest nake

Dayikên Aşîtiyê û mamosteyên kantona Qamişlo piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî, gelê Kurd tune bike. Her wiha xiyaneta PDK 'ê şermezar kir.

Çalakiya li Sêmalkayê dikeve meha duyemîn, PDK`ê hê jî cenazeyan radest nake
4 mijdar, 2021   13:28
QAMIŞLO

Dayikên Aşîtiyê û mamosteyên kantona Qamişlo îro beşdarî çalakiya konvedanê bûn ya ku ji bo şermezarkirina radestnekirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ji aliyê PDK`ê, li dergehê Sêmalka tê organîzekirin. Şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî di kemîna PDK'ê ya 28-29`ê Tebaxê de şehîd bûbûn.

Dayikên Aşîtiyê û mamosteyên Qamişlo li pêşiya konê çalakiyê yê li dergehê Sêmalka yê li ser sînorê bi Başûrê Kurdistanê re, rawestiyan û li wir daxuyaniyek da raya giştî.

/ar/uploads/files/2021/11/04/113720_2021-11-04-drk-roja-31-ya-kone-calekiye-e280ab28129e280ac.webp

Endamê rêveberiya Komîteya Dibistanan a Girkê Legê Ebdulezîz Mîrza daxuyani xwend û tê de wiha hate gotin:

 “Di demekê de ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya guhartina demografiya axa Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmawî, gelê Kurd tune bike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya dewleta Tirk di hedefgirtina gerîlayan û tevgera rizgariya Kurdistanê de dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa Kurdistan tê re derbas dibe de, tê xwestin ku partiyên kurdî bibin yek û li dijî plan û komployên li dijî kurdan bisekinin.

Her wiha bang li  PDK'ê hat kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û daxwazên xwepêşandêran bi cih bînin.

Ruxmî ku 31 roj di ser çalakiya konvedanê re derbas bûn jî, lê belê hîna jî PDK'ê cenazeyan radest nake.

(dm)

ANHA