Xwendekarên Rojava fêrî zaravayê Zazakî dibin

Saziya Zimanê Kurdî ji bo belavkirina bawernameyên xwendekarên zimanê kurdî (zaravayê Zazakî) ku yekem car e li Rojavayê Kurdistanê perwerdeya wê tê dîtin, şahiyek li dar xist.

Xwendekarên Rojava fêrî zaravayê Zazakî dibin
4 mijdar, 2021   12:35
QAMIŞLO

Li kêleka Hewremanî, zaravayê Zazakî yek ji zaravayê herî kevin di zimanê kurdî de ye. Kurdên li Dêrsim, Çewlik, bakur û rojavayê Amedê, navçeya Sîverek a Rihayê, bajarê Elezîz, navçeya Mûtkî ya Betlîsê, navçeya Gimgimê ya Mûşê, li hin deverê parêzgeha Erzîromê û Erzîngan ên Bakurê Kurdistanê bi zaravayê Zazakî diaxivin. Her wiha zaravayê Zazakî bi sê navên din jî tê naskirin (Kirmackî, Dimilkî, Kirdkî).

Li Saziya Zimanê Kurdî (SZK) asta yekemîn a perwerdeya zaravayê Zazakî 4 mehan dewam kir. Ji bo belavkirina bawernameyên xwendekarên zaravayê Zazakî SZK`ê şahiyek li dar xist. Şahî li hola SZK`ê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, zimanzan, rewşenbîr û nivîskaran hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Cûdî axivî û serketina xwendekran pîroz kir. Viyan diyar kir  ku armnac wan ji hemû xebatan, xwedîderketina û pêşxistina zimanê kurdî ye, ji ber ku dijmin zimanê kurdî mîna Kurdistanê parçe kiriye, pêwîst e kar û xebat ji bo hemû zaravayên zimanê kurdî bê kirin.

Viyan Cûdî daxuyand ku wan xwest weke saziyeke kurdistanî zaravayê Zazakî hîn bikin û ew ê hewl bidin hemû perwerdeyan bighînin asta xebatên lêkolînê û wiha dewam kir: “Armanca me hevgihandina hemû zaravayên kurdî ye da ku em bikaribin kurdiyeke standart bi pêş bixin. Li gorî derfetên xwe em ê hewl bidin cih bidin hemû zaravayên.”

Piştre peyamên saziyên zimanê kurdî û hin kesayetan hatin xwendin û bawername li 20 xwendekaran hatin belavkirin.

Piştre mamosteya ku perwerdeya zaravayê Zazakî dide hate xelatkirin.

Şahî bi stranên zaravayê Zazakî û bi dengê Girûpa Xwendekarên SZK`ê, hunermend Mizgîn Tahir û koma muzîkê ya Okstera Zarokan a Rojava bi dawî bû.

(sb/cx)

ANHA