Birayê şehîd Sîpan: PDK`ê ji destpêkê ve bi dagirkerên Kurdistanê re tevkar e

Abdullah Hiso, birayê şehîd Sîpan yê ku bi destê pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK`ê hatiye şehîdxistin, bang li gelê Kurd kir ku siyasetên PDK`ê red bikin.

Birayê şehîd Sîpan: PDK`ê ji destpêkê ve bi dagirkerên Kurdistanê re tevkar e
4 mijdar, 2021   12:17
QAMIŞLO-MEDYA HENAN

Di 3`yê Adara 2017`an de hêzên PDK’ê û pêşmergeyên roj êrişî herêma Xanesor a ser bi navçeya Sinûnê ya Şengalê ve kir. Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku li wir bûn, hewl da ku ev yek pêk neyê. Lê PDK`ê yekser êriş kir, di encamê de du gerîla bi navên Çekdar Sînan (Newroz Guverjîn) û Sîpan Hiso (Orhan Baran) şehîd bûn.

Ji dîmenên ku wê demê hatine weşandin, xuya dibe ku HPG`ê li pêşiya panzerekî çeteyên Roj disekinin da ku nehêlin şer rû bide û pêş ve neçin. Li wir her du gerîlayên Orhan Baran û Newroz Guverjîn li pêşiya panzerê disekinin da ku rê nedin şer çêbibe, lê çeteyên Roj guh nadin wan û wan şehîd dixin.

Şehîd Orhan Baran kurê malbateke welatparêz e ku ji salên 1980`î ve tev li têkoşîna şoreşgerî bûye. Ew kurê şehîd Îsa Hiso ye ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke mezin lîst û di 2013`yan de di teqînekê de şehîd bûbû. Her wiha Orhan Baran, biryarê şehîd Ferhad Hiso ye ku sala 2005`an li çiyayên Kurdistanê şehîd bû.

Birayê şehîd Sîpan Hiso (Orhan Baran), Abdullah Îsa Hiso diyar kir ku di salên 1980`î de malbat fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas dike û wiha domand: “Dema PKK`ê derbasî Rojhilata Navîn bû bi taybet Sûriyê û piştre Lubnanê, malbat tev li karûxebatên partiyê bû. Ferhad Hiso sala 1994`an tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û sala 2005`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bû. Sîpan jî bi birayê xwe Ferhad bi bandor bû û tev lê bû.”

Abdullah Hiso wiha domand: "PDK`ê siyaseteke dijberî doz û çanda Kurd dimeşîne. Ew li dijî hêviyên gelê Kurd e."

Abdullah Hiso destnîşan kir ku PDK`ê tu carî ji bo doza Kurd nexibitiye û gelek caran xiyanet li gelê xwe kiriye, ji komkujiya 1975`an bigire heta trajediya Hekarî ya sala 1978`an, bûyerên 31`ê Tebaxa 1996`an û radestkirina Şengalê ji DAIŞ`ê re di 3`yê Tebaa 2014`an.

Abdullah Hiso daxuyand ku PDK`ê axa Başûrê Kurdistanê keysbaz kiriye, ruxmî ku ya hemû kurdan e û ji mafên wan e ku lê bimînin.

Abdullah Hiso behsa helwestên PDK`ê kir ku kurd wê bi xiyanetê bi nav dikin mîna êrişa li Xanesorê ku birayê wî tê de şehîd bûye û got: “Piştî ku hêzên PDK`ê ji Şengalê vekişîn û xelkê wê bi DAIŞ`ê re rû bi rû hişt, Sîpan û hevalên wî çûn Şengalê.”

Abdullah Hiso îşaret pê kir ku çeteyên Roj li ser destê istixbarata dewleta Tirk perwerde bûne û armanca wan a sereke têkbirina şoreşa Rojava û destkeftiyên ku gelên herêmê bi dest xistine.

‛GELÊ ÊZIDÎ JÎ RASTIYA WAN NAS KIR’

Abdullah Hiso bal kişand ser bûyerên qetilkirinê yên ku PDK`ê li dijî kesayetên şoreşgerên Kurd pêk anîne û got: “Xiyaneta PDK`ê li vir sînordar nema, lê belê gihaşt ku şoreşgerên Bakurê Kurdistanê mîna Sait Alçî, Dr.Şivan û gelek kesayetên din ên Kurd qetil bike. PDK`ê li hemberî muxalefetê heman siyasetê dike da ku di desthilatê de bimîne û berjewendiyên ajandeyên derve pêk bîne. Ev yek ji danûstandina wê yên bi endamên Îtîlafa Sûriyê re yên ku li dijî tevgerên Kurd in eşkere dibin. PDK`ê dê berdêla siyaset û şaştiyên xwe bide. Bi kiryarên xwe Kurdistan û xwezaya wê wêran dike.”

‛DIVÊ HEMÛ RASTIYA PDK’Ê NAS BIKE’

Hiso bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku tev li çalakiya li dergehê Sêmalkayê bibin û wiha domand: “Em piştgiriya vê çalakiyê dikin. Em kiryarên PDK`ê yên li dijî şehîdên me û dayîkên aştiyê şermezar dikin. PDK`ê kemîn ji gerîlayan re danîn û şehîd xistin. Di ser de jî cenazeyên wan radestî malbatan nake, ev şermeke mezin e.”

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5`ê Cotmehê de çalakiya konvedanê li pêşiya dergehê Sêmalkayê li dar xist, ew çalakî piştî ku PDK`ê qebûl nekir cenazeyên şehîdên kemîna 28`ê Tebaxê radestî malbatên wan bike, hat lidarxistin.

Abdullah Hiso di dawiyê de got: “PDK`ê ji destpêka hatiye damezrandin ve li dijî şoreşên kurdan e. Îro jî heman rêya xiyanetê dişopîne û bi dagirkerên Kurdistanê re tevkar e.”

(şx)

ANHA